ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-21 09:00:00   *Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, daxwaz dikin ku xwestekên girtiyan werin qebûlkirin. Malbat bang dike ku herkes di vê mijarê de hestiyar bin û piştgiriyê bidin çalakiyên grevên birçîbûnê. DÎMEN  HEYE   *Hevseroka SES’ê ya Rihayê Eylem Salar derbarê pirsgirêkên li bajar û vîrûsa korona ku zêde bûye de axivî û da zanîn ku bi vîrusê re pirsgirêkên tenduristiyê yên heyî hatine dîtin û di qada tenduristiyê de zimanekî newekhev tê bikaranîn. BI DÎMEN    * Ji bo Latîfe Demîrcî Kahya ya HDP’î cezayê hepsa malê hat birîn. Latîfe diyar kir ku bi dayîna hepsa malê re, armanc dikin ku jinan ji kolan û  qadan dûr bixin û got: "Lê divê bizanin em ê li ser medyaya civakî, li baxçeyên malê xwe û şaneşînên xwe çalakiyên xwe pêk bînin. Kes nikare li hember vê bibe asteng.” BI DÎMEN    *4 karkerên jin ên di fabrîka Tekstîl a SF Trade dixebitîn li dijî zextên pê re dihatin rû hev bûn endamên sendîkayê. Piştî vê her çar karker ji kar hatin avêtin. Ji karkeran Sevcan Gulboy doza bi daxwaza radestkirina kar vekir û doz didome. Sevcanê da zanîn ku ji bo şert û merc bên başkirin bûne endamên sendîkayê û got ew ne edaleta patron, ew edaleta rast dixwazin. BI DÎMEN