Platforma Jinê ya Şahmaran Emîne Şenyaşar ziyaret kir 2021-04-20 14:31:37   RIHA  - Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar 43 roj in çalakiya xwe ya nobetê ya li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza edaletê dewam dikin. Endamên Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê serdana malbata Şenyaşar kirin.   Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurê xwe di êrişa parêzvan û xizmên parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta “Edaletê” kirin. Çalakiya dayik û kurê wê ya  bi daxwaza “Edaletê” di roja 43’an de dewam kir. Endamên Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê serdana çalakiyê kirin.   Di dema serdanê de Emîne Şenyaşar qala bûyerên ku di nava 43 rojên nobeda 'edaletê' de bi serê wan ve hatî kir û got: "Ji dizan re dibêjin wekîl. Gelo diz dibe wekîl?"   Ferît Şenyaşar jî qala detayên dosya dozê kir û wiha axivî: "We bi çavê mirovan li me nenihêrî. We ceza nedan wan mirovan. Êriş birin ser ambûlansên ku em pê dihatin birin, zerar dan malên cemaweriyê. Qet nebe ji ber vê yekê gavekê biavêjin, qet nebe ji ber vê yekê ceza li wan bibirin."   Ji Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê Gulîzar Îpek jî di serdanê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Heta ku edalet bi cih bê anîn, weke rêxistinên civakî yên sivîl, weke platformên jinan em ê şopdarê doza we bin. Ji destê me çi bê em amade ne ku bikin."