Li Bûrsa û Esenlerê du jin hatin qetilkirin 2021-04-20 11:52:33     STENBOL - Li navçeya Esenlerê Yildiz Gul,  li navçeya Osmangaziyê jî Akgul Yildiz di encama şîdeta mêr de hatin qetilkirin.   Li navçeya Esenlerê ya Stenbolê Yildiz Gul (38) li qada şênkayiyê ji aliyê kes an jî kesên ku navê wan ne diyar in bi kerê êriş lê hat kirin.    Kes an kesên êriş li Yildizê kirin ji cîhê bûyerê rêviyan. Yildiz bi derfetên xwe çû kolanê û ji derdorê alîkarî xwest û piştrê rêwiyen li kolanê agahî dan polîs û ekîbên tenduristîye.  Ekîbên tenduristiyê Yildiza bi giranî birîndar bûbû birin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ji bo kes an kesên êrişkar bên girtin ji aliyê polîsan ve xebat hat destpêkirin.   Bûrsa   Li navçeya Osmangazîyê ya ku giredayî Bursayê  ye Akgul Yildiz ji aliyê Mehmet Yildiz ê ku di qonaxa hevberdanê de bû bi çekê hat qetilkirin. Piştî bûyerê ekîbên tenduristiyê hatin û tespît kirin ku Akgulê jiyana xwe ji dest daye. Dozgerê Osmangazîyê ji bo lêkolînê, cenazêyê Akgulê şand Saziya Tiba Edlî ya Bûrsayê. Mehmet Yildiz jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.