'Di şert û mercên zehmet de çapemeniya kurd gihaşt asteke bilind' 2021-04-20 09:08:24   Dilucan Bozî   KOBANÊ - Rojnemegerên Kantona Kobanê bi wesîleya 22'yê Nîsanê Roja Rojnemegeriya Kurdî nêrînên xwe anîn ziman. Rojnamegeran wiha  gotin: "Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re çapemeniya kurdî guhert û gavên serkeftî hatin avêtin. Di şert û mercên zehmet de çapemeniya kurd gihaşt asteke bilind."    Di sala 1898'an de komek ji rewşenbîr û pêşengên kurd tovên çapemeniya kurdî li Paytexta Misirê ya bi navê Qahîreyê çandin. Bi pêşengiya Miqdat Mîthat Bedirxan yekemîn rojnameya bi navê 'Kurdistan' di 22'yê Nîsana 1898'an de li Qahîreyê hat çapkirin. Li Sûriyeyê jî gavên destpêkê yên çapemeniya kurdî di salên 1932'yan de hatin avêtin. Li Sûriyeyê Celadet Elî Bedirxan kovara bi navê Hawar di 15'ê Gulana 1932'yan de li Paytexta Sûriyeyê ya bi navê Şamê hejmara yekemîn çap kir. Di kovara Hawarê de, yekem car di dîroka kurdan de ji bo zimanê kurdî tîpên latînî hat bikaranîn. Kovar piştî çapkirina 57 hejmaran di 15'ê Tebaxa 1942'yan de rawestiya. Celadet Elî Bedirxan di 1'ê Nîsana 1943'yan de dest bi çapkirina Rojnameya Ronahî ya bi zimanê kurdî kir. Hejmara dawî ya kovarê di adara 1945'an de derket. Di sala 1986'an de kovara dengê Kurdistan bi zimanê erebî û rojnameya Berxwedan bi zimanê kurdî û erebî dest bi weşanê kirin.   Pêşketin û guhertinên di çapemeniyê de    Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berferehkirina kar û xebatên xwe di 30'yê Hezîrana 2020'an de Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) ava bû. Bi dehan rojnemevanên jin ên ku di ajans, rojname, radyo û televîzyonan de dixebitin, xwe di bin sîwana YRJ'ê de bi rêxistin dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnemegeriya kurdî  bi awayekî bi rêk û pêk xebatên xwe dimeşîne. Televizyonên ku dixebitin wiha ne; Jin Tv, Ronahî Tv, Rojava Tv, Çira Tv û Stêrk Tv. Radyoyên ku kar dikin wiha ne; Radyoya Rojava, Xabûr, Orkêş, Dirbêsiyê, Cûdî, Waşokanî, Sewt El-Hayat, Rêveberiya Xweser, Firat, Dengê Reqqayê, Kobanê Fm û Star Fm. Rojnameyên ku kar dike wiha ne; Ronahî, Rojava, PYD,  Kovara Asoya Jinê, YPJ-Star, Rojhilata Navîn, Dengê Jiyanê, Dengê Kurdistan, Kovara navenda Rojava ya lêkolînan, Kovara Mizgîn û Şermola. Li herêmê dîsa ajansa me Nûjinha, Anha û Anf xebatê dikin.    Bi boneya 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî rojnamegerên li Kantona Kobanê kar dimeşînin nêrînên xwe parve kirin.   'Em şopdarên rêya rastiyê ne'   Nûçegîhana Rojnameya Ronahî, Silava Ehmed bal kişand ser rola jinê ya di nava çapemeniyê de û wiha got: "Ez Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî cangoriyên azadiyê pîroz dikim. Di şoreşa 19'ê Tîrmehê de gelek sazî û dezgeh hatin avakirin. Yek ji vana ragihandin e, tevî şert û mercên zehmet êdî qadên çapemeniyê jî berfireh bû. Jixwe ragihandina me bi şoreşê dest pê kir. Bi 5 nûçegîhanan xebatên çapemeniyê bi rê ve dibirin. Dema mirov bala xwe bidê ruxmê civaka me civakek feodal e û jinê di malê de sînordar kiriye, lê jinan ew bend şikandin û di nava xebatên çapemeniyê de hejmara jinan zêde ye. Her wiha gelek jinên rojnamevan di pêngava rizgarina qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji DAIŞ'ê de cihê xwe girtin. Ev yek jî ji jinên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bûye hêvî. Berxwedana Kobanê bi pêşengtiya jinê û ragihandinê bi nav û deng bû."     'Divê çapemeniya me di xizmeta civakê de be'   Nûçegîhana Radyo Kobanê Fm, Êva Berkel da zanîn ku çapemeniya kurdî hişt ku dîroka Gelê Kurd neyê windakirin û wiha pê de çû: "Radyo Kobanê Fm bi xwe 8 sal in hatiye avakirin, em dikarin bêjin Radyoya Şoreşê. Di van 8 salan de her hewildanên me hebûn û hîna jî heye ku em deng û rengê jin-civakê derxînin. Gelek caran radyo ji aliyê dewleta tirk ve hat girtin. Lê me xebatên xwe ranewestande, me li ser malperên facebook xebatên xwe didomandin. Em li ser şopa mîrateya Gurbeteliyan dimeşin, bi rêka ragihandinê îro rastiya faşîzmê derdikeve holê û ji raya giştî re tê parvekirin. Kîja rojnemevan li ku be û bûyerên heyî bişopîne ji aliyê dewletan ve tên hedefgirtin, îşkencekirin û dawî li jiyana wan tînin. Bi vê yekê dixwazin tirsekê bixin nava rojnemevanan, lê em li ku bin û li ku bûyerek biqewime jî em ê her li ser şopa rastiyê bin û qirêjiya dewleta tirk û çeteyên wê ji raya giştî re parve bikin. Lê ji rojnemevanan jî tê xwestin ku bi erkên xwe yê rojnemevaniyê rabin û rastiya heyî bişopînin."