Me ji gelê Enqereyê pirsî: Ji bilî tirkî zimanekî din tune ye? 2021-04-20 09:05:29   ENQERE - Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Ziya Selçuk gotinên wekê ‘Ji bilî tirkî bi tu zimanî li saziyan perwerde ji bo welatiyên tirk nikare bê dayîn’ anîbû ziman. Me ev gotinên wezîr ji gel pirsîn. Li Enqereyê welatiyan nêrînên xwe anîn ziman, hinekan desthilatdarî mafdar dît, hinekan jî diyar kirin ku ev gotin di navbera gelan de globalbûnê ava dike.   Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li hember kurdî li her qadê dertên hember Gele Kurd. Li herêmê bi taybet bi qeyûman re kursên kurdî hatin girtin û hewl didin ku şopên kurdî û zimanên din tune bibin. Ji ber van polîtîkayên global yên desthilatdariyê jî êrîşên nîjadperest pêk tên. Di rojên borî de wezîrê perwerdehiyê Ziya Selçuk got; ‘Ji bilî tirkî bi tu zimanî li saziyan perwerde ji bo welatiyên tirk nikare bê dayîn’. Bi van gotinan carek din kurdî ji nedîtî ve hat dîtin.   Me der barê mijarê de mîkrofona xwe dirêjî welatiyên Enqereyê kir. Bi dehan welatiyan diyar kirin ku piştî tirkî, li Tirkiyeyê herî zêde kurdî û ingîlîzî tê axaftin.   Hinek welatiyên ku der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman wiha ne:   Sevîm Bînîcî:Li Tirkiyeyê gelek ziman hene û divê bên axaftin. Çawa ku li Tirkiyeyê, tirkî, erebî û inglîzî tê axaftin divê kurdî jî bê axaftin.   Buse Esen. Ez axaftina Ziya Selçuk şaş dibînim. Gelek ziman li Tirkiyeyê tên axaftin. kurd, çerkez, laz û gelekên din hene. Penaber hene. Em welatekî mêvanperwerin. Gotina wezareta perwerdê ji bo ciwanan ne mînake û şaş e. Ev dikeve nîjaperestiyê.   Tugba Sari: Ez şaş dibînim. Divê her kes zimanê xwe biaxive. Çawa ku li welatê me tirkî, fransî, elmanî û îngîlîzî tê axaftin divê kurdî jî bê axaftin. Ez wek kurdekê axaftina wezîr qebûl nakim û tiştekî ku nayê qebûlkirinê ye.   ‘Li vî welatî tenê tirk najîn’   Ziya Demîrgureş:Ez daxuyaniya wezîr şaş dibînim. Ji ber ku em welatekî cîhanê ne. Em divê her zimanî qebûl bikin. Ez mîmar im û 64 salî me. Dixwazim îtalî û spanî jî fêr bibim.  6 mîlyon Suriyeyî hene. Li vî welatî tenê tirk najîn. Kurd jî dijîn. Yildiz a ku nexwest paşnav bide: Ev nêzîkatiyek şaş e. Hevalek min ya gelek xweş çerkezî diaxive heye. Ew jî dixwazin bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Li gorî min divê her kes azad be.   Sevîl Pamukçu:Mirov bi çi zimanî dixwazin divê biaxivin. Li ku derê dibe bila bibe divê mirov bi zimanê xwe, biaxivin, xwe îfade bikin. Li gorî min divê ziman azad bin.   Emîne Cîvelek: Ez ji Artvînê ji gundê çerkeza me û çerkez im. Li vî welatî laz, çerkez, hemşîn, kurd hene. Em bi van mirovan re baş li hev dikin. Ez wek hemşîniyekê bi wezîrê perwerdê re hemfikrim. Ez bi dê, bav û keça xwe re bi zimanê xwe diaxivim, lê naxwazim zimanê min bê qedexekirin. Mînak kurd kurdî diaxivin, ez nabêjim çima diaxivin. Ew zimanê wan e, her kes azade, lê divê vê di cakê de neke. Em wisa azadin ku her kes dikare her tiştî bike. Ev azadî ji bo min hatiye dayîn û em di nav xwe de daxivin. Li nexweşxane û di nav civakê de divê em zimanê xwe neaxivin. Her kes tirkî dizane. Ger pîra te tirkî nizanibe jî ew sûcê te ye.   Serap Işik: Bila her kes zimanê xwe biaxive, ger biaxive wê çi bibe? Ez ji bo fikra wezîr jî nikarim tiştekî bêjim, lê li gorî min her kes divê zimanê xwe biaxive. Li vî welatî gelek ziman hene. Divê her kes azad be. Lê di civakê de divê ji bilî tirkî ziman neyên axaftin.   Çîzîl Koçak:Gotinên wezîr newekheviyek mezine. Gelek penaber, tirk û kurd hene. Her kes zimanê wan heye. Divê  Ziya Selçuk biçe. Gotinek wisa ne di cih de ye.