Dayikên girtiyan: Em tenê doza pêkanîna edaletê dikin 2021-04-20 09:02:39   Sema Çaglak   AMED - Dayikên girtiyan destnîşan kirin ku divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û gotin: "Hem girtî û hem jî malbat di bin zilmê de ne û li dijî zilmê niha girtî li ber xwe didin. Divê gel jî li dijî zilmê xwedî li greva birçîbûnê derkevin."   Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiye û herêmê hatibû destpêkirin didome. Ligel vê yekê zext û tecrîda li ser girtiyan zêdetir dibe. Herî dawî li Girtîgeha Amedê û li Girtîgeha Xarpêtê li ser kaguşan de girtin êrişê girtiyan kirin.   Ligel zext û zordariya li hemberî girtiyan malbat jî dema diçin hevdîninan bi zextan re rûbirû dimînin. Bi taybetî gelek malbat piştî ku girtiyên wan tên sirgunkirin nikarin biçin hevdîtinan jî. Sirgunkirina cihên dûr polîtîkayeke taybet e û li hemberî girtiyên siyasî tê meşandin. Hem malbat û hem jî girtî bi vê rêbazê bi îşkenceyê re rûbirû dimînin. Yek jî wan malbatan malbata Necîme Yaşarer û Zelga Ayaz e.     Necîme, hem kurê wê hem jî hevjînê wê girtî ye. Kurê wê Selehattîn Yaşarer li Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa L de 7 sal in girtî ye. Selahattîn di çalakiya greva birçîbûnê ya 27’ê Mijdarê 2020’an de cih girt. Her wiha hevjînê Necîmeyeyê Hîda jî girtiyek nexweş e û li girtîgeha Trabzonê ya Tîpa E, 5 sal in girtî ye.   Necîme di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bi sergirtina malê û wiha got: "Gava ji bo kurê min bi ser malê de girtin, mal ser û binê kirin. Piştre kurê min binçavkirin û girtin. Ewilî li girtîgeha Amedê bû piştre wî sirgûnê Girtîgeha Dîlokê kirin. Wexta ku ji bo hevjînê min jî hatin ez di xewde bûm. Dema ku hevjînê min derî vekir û bi dehan polîsan ketin ser pişta wî, destê wî kelemçe kirin. Hemû ferdên malbatê di odeyekê de rêz kirin û çek danîn serê me hemûyan. Keça min wê çaxê gelek biçûk bû. Çek danîn serê wê jî û keça min 3 mehan lal ma. Ji tirsan nedikarî biaxife. Polîsan heqeretê li me kir. Di nava malê de tiştek nehiştin û her tiştî şikandin."   ‘Moral û motîvasyonê dide’   Necîme da zanîn ku ev 2 sal in ne kurê xwe ne jî hevjînê xwe dibîne û wiha axivî: “Lawe min hêj destpêkê tevlî çalakiya grevên birçîbûnê bû. Ji ber ku tevlî grevê bibûn bêtir zext li girtiyan dikirin. Dema bi rêya telefonê ji me re diaxive jî her tim bi moral e û hêviya wî gelek mezin e. Moralê dide derdora xwe jî. Niha li Girtîgeha Dîlokê ye û girtîgeha li vir bi îşkenceyan tê nasîn. Lê lawê min qet qala şert û mercên li girtîgehê nake. Şert û mercên me jî nîne ku em her tim biçin serdana wî û dema em diçin jî bi zextên gardiyanan re rûbirû dimînin."   ‘Daxweznamê me bê bersiv dimînin'   Necîme, da zanîn ku dilê dayikan her tim bi kul e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez nikarim hevjînê xwe bibînim, ji ber ku li Girtîgeha Trabzonê ye. Gelek nexweşîn pê re heye. Gelek zeîf ketiye. Şert û mercên girtîgeha Trabzonê gelek xirab e. Em çiqas daxwazname dişînin jî bê bersîv dimîne. Kî dibe bila bibe lê zilmekê wisa heq nakin.'   'Em tenê doza edaletê dikin'   Necîme, destnîşan kir ku divê her kes xwedî li girtiyan derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li hemû gelan dikim ku bila xwedî li girtiyan û çalakiya greve birçîbûnê derkevin. Îro kezeba dayikan dişewitê. 3 zarokên min jiyana xwe ji dest daye. Min êşa wan dît ez naxwazim êdî êşa zarokek xwe yê din jî bibînim. Ez banga pêkanîna edalet, mirovatî û hiqûqê dikim. Em doza tu tiştê nakin tenê doza daxwaza edalet û mafê xwe dikin. Îro edalet bûye sûc. Herî zêde dayik zehmetiyê dikşînin. Barê hemû tiştan li ser milê dayikan e. Dilê dayikan wisa tijî û bi kul e.”   ‘Bila êdî aştî û demokrasî were vî welatî’   Dayika Mehmet Ayaz, Zelga jî diyar kir ku kurê wê 5 sal in girtî ye û li girtîgeha Tîpa F ya Amedê girtî ye û wiha got: “Hesreta lawê min her roja ku li dû xwe dihêle zêdetir dibe. Em naxwazin girtî bi zilmê re rûbirû bimînin. Girtiyên edlî hemû hatin berdan lê yên siyasî jî bi zilm û heqeratê re rûbirû man. Em vê zilmê qebûl nakin. Em dixwazin êdî zarokên me ji vê zilmê rizga bibin. Bila dengê wan bê bihîstin. Xew nakeve çavê min. Lazim e ku êdî aştî û demokrasi bê vî welatî. Bila çareseriyeke giştî pêk bê."