ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-20 09:00:00   *Dayikên girtiyan destnîşan kirin ku divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û gotin: "Hem girtî û hem jî malbat di bin zilmê de ne û li dijî zilmê niha girtî li ber xwe didin. Divê gel jî li dijî zilmê xwedî li greva birçîbûnê derkevin." BI DÎMEN    *Bi hatina biharê re dema çandiniyê dest pê kir. Li navçeya Hezexê jî ku dema çandiniyê ye Rabîa Vesek li hewşa mala xwe de dest bi çandiniyê kir û wiha got: “Dema ez bi axê û xwezayê re mijûl dibim gelek kêfxweş dibim û hemû êşên xwe ji bîr dikim." BI DÎMEN   *Parêzer Fatma Gîrgîn da zanîn ku Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284'an bi bandor pêk nehatiye û di bûyerên şîdetê de biryara dûrxistinê bi telefonê ji gumanbaran re tê ragihandin û wiha got: “Ger ku Peymana Stenbolê bi bandor pêk bihata niha wê Ayşe Tugba Arslan û jinên hatine qetilkirin bijiyana.” BI DÎMEN    *Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Ziya Selçuk gotinên wekê ‘Ji bilî tirkî bi tu zimanî li saziyan perwerde ji bo welatiyên tirk nikare bê dayîn’ anîbû ziman. Me ev gotinên wezîr ji gel pirsîn. Li Enqereyê welatiyan nêrînên xwe anîn ziman, hinekan desthilatdarî mafdar dît, hinekan jî diyar kirin ku ev gotin di navbera gelan de globalbûnê ava dike. BI DÎMEN   *Rojnemegerên Kantona Kobanê bi wesîleya 22'yê Nîsanê Roja Rojnemegeriya Kurdî nêrînên xwe anîn ziman. Rojnamegeran wiha  gotin: "Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re çapemeniya kurdî guhert û gavên serkeftî hatin avêtin. Di şert û mercên zehmet de çapemeniya kurd gihaşt asteke bilind." BI DÎMEN   *Kumru Komî ya bi germbûna hewayê re xwe amade dike ku biçe zozanan, ji ber ku êm ê pezê wê qediyaye li taxê pezê xwe diçêrîne. BI DÎMEN   *Parêzeran diyar kirin ku doza çawîşê pispor Alî Dalgiran ê ku Surmî Înce qetil kiribû, 5 sale didome û dadgeh hemû daxwazan red dike û gotin: “Di pêvajoyeke ku em diçin encamê de hiqûq tê binpêkirin. Ji ber vê jî polîtîka bêcezabûnê didome.” BI DÎMEN