Dayika girtî:Dê têkoşîna girtiyan bi ser bikeve 2021-04-19 09:01:34   RIHA - Xizma girtî Zahîde Eman der barê grevan de axivî û got li hember girtiyan binpêkirin zêde bûne û got: “Ez ê her tim ligel girtiya bim. Têkoşîna wan têkoşîna min e. Bila dest ji têkoşîna xwe bernedin. Li berxwe bidin. Bawer im ku wê bi ser kevin.”   Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin di 27’ê Mijdarê de ketin greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger. Grev di roja 144’emîn de didome û zextên rêveberiya girtîgehê jî roj bi roj zêde dibin.   Girtiyê bi navê Baran Eman li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Amedê dimîne. Baran di 2015’an de ku 16 salî bû li Nisêbînê di pêvajoya rêveberiyên xweser de birîndar bû û piştre hat girtin. Baran ku hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Baran ku 5 sale girtiye, 5 meh berê şandin girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Amedê.   Dayika Baran, Zahîde Eman der barê binpêkirinên mafan û grevên birçîbûnê de axivî û bertek nîşanî zextan da.   ‘Ya tê kirin ne zilm e?’   Zahîdeyê bi lêv kir ku kurê wê 16 salî li Nisêbînê birîndar hatiye binçavkirin û got: “Di bin çavan de îşkence lê hat kirin. 5 sale girtiye. Di encama darizandinê dadgehê 55 sal ceza dayê. Dema kurê min hat girtin biçûk bû. Îşkence lê kiribûn. Di îşkenceyê de çîma wî şikandin. Her wiha ji sê cihên cuda birîndar bû. Niha li girtîgehê zilm û heqeret heye. Kurê min herî dawî dema geriya got gardiyan bi ser koguşan de digirin û semawerê çaya wan desteser kiriye. Baran sê mehan kiribûn koguşa yek kesî. Gelo ev ne zilm e çi ye? Em dayikên kurd çi bikin, em jî bikevin grevê.”   ‘Bila her kes deng bide zindanan’   Zahîdeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku divê her kes li derve bibe dengê girtîgehan û wiha pê de çû: “Niha grev heye. Ne şeva me şev ne roja me roj e. Me tu xêr ji vê dewletê nedît. Yekane daxwaza me aştî, azadî û nasname ya me ye. Kurê min li ser vê hat girtin. Di 2018’an de kurê min 120 rojan di grevê de ma. Têkoşîna girtiyan ya min e. Ez her tim ligel wan im. Bila her kes deng bide dengê zindanan.”   ‘Rabin em jî bikevin grevê’   Zahîdeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ev pêvajo wisa nameşe û wiha bang li dayikan kir: “Divê em jî tiştekî bikin. Gardiyan girtiyan derb dikin. Girtî rastî lêgerîna tazî tên. Rabin em jî li derve bikevin grevê. Alavên girtiyan desteser dikin. Neçar hiştine ku girtî alavên nû bigirin. Hem malbat û hem jî girtiyan dikin zorê.”