ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-19 09:00:00   * Xizma girtî Zahîne Erman der barê grevan de axivî û got li hember girtiyan binpêkirin zêde bûne û got: “Ez ê her tim ligel girtiya bim. Têkoşîna wan têkoşîna min e. Bila dest ji têkoşîna xwe bernedin. Li berxwe bidin. Bawer im ku wê bi ser kevin.” DÎMEN HEYE   *Serdozgeriya Komarê ya Amedê faliyetên ku endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş, meşandiye sûc hesiband û bi daxwaza heta 12 sal ceza îdianame amade kir. Elîfê got: “Dema mirov li îdianame û darizandinan dinêrin, komele legale lê faliyet îlegal tên nîşandan. BI DÎMEN    *Remziye Bor 5 sal berê di serdegirtina mala wê de hatibû qetilkirin û ji bo wê bi destê darazê hemû riyên hiqûqî tên girtin. Parêzerên wê der barê mijarê de serî DDB’ê dan û malbatê jî diyar kir ku heta kujer neyên darizandin wê têbikoşin. BI DÎMEN    *Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku êrîşên li hemberî Komeleya Jinan a Rosa û TJA’yê tê wateya ku qadên di destên jinan de bigirin û wiha gotin: "Em ê têkoşînê bi hev re bimeşînin. Piştevaniya me nav çar dîwaran de namîne.” BI DÎMEN