Ciwanên Şengalê li dijî tecrîdê meşiyan 2021-04-18 16:17:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ciwanan meş li dar xist û ji bo azadiya Abdullah Ocalan  banga bilinkirina têkoşînê kirin.   Bi Pêşengiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) li Şengalê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclana meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşa ku bi sedan kes tevli bû ji ber Dibistana Navenda Bajêr dest pê kir û heta  Çerxerêya Mam Zekî bi dirûşma, “Dem Dema Azadiyê  ye” û dirûşmeyên, “Bêserok jiyan nabe” û “Bijî serok Apo’ dewam kir. Piştî meş gihîşte Çerxerêya Mam Zekî li ser navê YCÊ û YJCÊ daxuyanî hate dayîn.   'Em êrîşan şermezar dikin'   Di destpêka daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Di serî de em êrişên faşîst ên dewleta tirk ku di şexsê Rêber Apo de li ser gelên azadîxwaz  dide meşandin şermezar dikin û soz didin ku bi têkoşîn û berxwedanê em ê bi Rêber Apo re azad bijîn. Dewleta tirk her roj bi rê û rêbazên  cuda ji nû ve êrişên xwe mezîntir dike û ji bo tunekirina Rêber Apo hemû rêbazên diceribîne.  Herî dawî li dijî mala li Kobanê ya ku Rêber Apo lê mabû êriş pêk anî. Ev parçeyek ji êrişên wê yên hovane ye. Her çiqas êrişên xwe dijwar bike jî, lê ew ê negihîje armancên xwe."   'Têkoşînê bilind bikin'   Ciwanan di daxuyaniya xwe diyar kirin ku Rêber Apo erkek mezin daye ser milên jin û ciwanan ku parastina xwe û piroziyên xwe bikin û wiha dawî li daxuyaniya xwe anîn: " Em ê weke ciwanên êzidî heta dawiyê vê erka xwe pêk bînin.  Ti şoreş bê bedel nabe, em jî weke ciwanên êzidî ji her tiştî re amade ne. Tevî hemû gef û êrişên li ser  Şengalê em ê heta dawî xwedî li rêberê xwe derkevîn. Em banga bilindkirina têkoşînê dikin.”