ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-18 09:00:00     *Nevîn Çiftçî karê mobîlyayê dike û ji bo wê divê jin xwe ji têgehên zayendperest rizgar bikin û got: "Ez li dijî gotinên 'ev ne karê jinê ye biçe dikana kuaforê veke çêtir e' derketim. Jixwe tu kes bi hêsanî nayê cihekî û bila jin hebûna xwe li her qadên jiyanê nîşan bidin." BI DÎMEN    *Femînîst parêzer Merîç Eyupoglu biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ku piştî nîqaşên hinek aliyan yên wekê ‘malbatê xera dike’ pêk hat, nirxand û got: “Ev cihên ku malbat tên nirxandin malbat ji bo wan dibêjin, cihên ku em li wan rastî tecawiz, cihên ku em rastî şîdet û kuştinê tên e. Malbata ku tê parastin jî ev e. Di pêvajoyeke ku muxalefeta civakê xwedî li Peymanê derdiket de, dayîna vê biryarê tê wateya tunehesibandina civakê.” DÎMEN HEYE   *Li gundê Zorova yê Sûra Amedê leşkeran ciwan li qada gund kom kirin, li wan dan û tehdîd kirin. Malbatan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku ew ji zextan natirsin û gotin van pêkanînan salên 90’î bezandiye. DÎMEN HEYE