Dayika Aştiyê jiyana xwe ji dest da 2021-04-18 08:51:57     ÊLIH - Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Muhlîse Kina, ji ber şewba koronayê jiyana xwe ji dest da.   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Muhlîse Kina (55), ji ber şewba koronayê jiyana xwe ji dest da. Muhlîse ya ku ev hefteyek bû li nexweşxaneyê dihat dermankriin, duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Muhlîse ya ku cenazeyê wê ji aliyê malbata wê ve ji nexweşxaneyê hat girtin li gundê Tilmis bi merasîmeke ku Dayikên Aştiyê û HDP'yî tevli bûn hat definkriin.