Çalakiya greva birçîbûnê 142 roj in didome 2021-04-17 09:06:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 29'emîn di roja 142'yemîn de didome.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro ji aliyê koma 29'emîn ve dewr hat girtin. Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê koma 29'emîn dewr hat girtin di roja 142'yemîn de didome.