Çalakiya li Mexmûrê di roja 120’an de didome 2021-04-16 19:06:10   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, bi koma 60’emîn di roja 120’an de dewam dike.  Di koma 60’emîn de mamoste û endamên komîteya jineolojî cih girtin û gotin: "Dê heta dawiyê şopdarê heqîqetê bin û xwedî li rêbertiya xwe derkevin."    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 60’emîn di roja 120’an berdewam dike. Her wiha di koma 60’emîn de mamoste û endamên komîteya jineolojî cih girtin.   Li ser navê koma 60’emîn mamoste Zekiye Kaçan axivî û got: “Em jî weke koma 60’emîn me xwest em tevlî  çalakiya greva birçîbûnê bibin. Weke tê zanîn rêbertî di bin tecrîdekî giran de ye, him jî rêhevalên li zindanan ev nêzî 150 roj in di grevê birçîbûnê de ye. Ligel hemû zor û zehmetiyên xwe dev ji çalakiyên xwe bernadin.    Xwedî li berxwedanê derkevin   Ji ber vê jî weke gelê wargehê, weke mamosteyekî vê civakê dixwazin piştgiriya wan bikin û li ser vê esasê daxwaz dikim ku her kes û li her cihê ger bikaribe bi çi şêweyê dibe bila be piştgiriya vê berxwedanê bike, tevlî çalakiyan bibe  û tê de cih bigre em ê wê demê hîn zêdetir bikaribin bigihin armancê. Li ser vê esasê em daxwaz dikin ku li hemû cîhanê û li her çar parçeyê Kurdistanê ku xwe di nav vê berxwedanê de bibîne û bibin parçeyekî ji vê berxwedanê.    Weke tê zanîn rewşa rêbertî diyar e û tenê bi dû sê deqeya jê agahî girtin têra kesek ji me nake. Armanca vê çalakiyê ne tenê bi rêya telefonê û hevdîtinê ji rêbertî agahî girtin e. Armanca me azadiya fîzîkî ya rêbertî ye. Li ser vê esasê em daxwaz dikin ku her kes, dezgeh û rêxistinên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin û heman demê ji bo CPT û hemû konseya Ewropayê jî di demê zûtirîn de dest bavêjin vê mijarê. Rewşa girtiya di astekî xeter de ye û rewşa rêbertî jî heman demê di xeteriyê de ye. Em bang dikin ku xwedî li mafên mirovan derbikevin û li ser vê esasê ji mirovahiyê re bibin bersiv. Dîsa weke endamekî koma 60’emîn em ji bo her kesê/î ku di vê çalakiyê de cih digrin serkeftinê dixwazin.”   ‘Pewistiya me bi welatek azad heye…’   Çalakvan Songûl Gûler a endama komîteya jineolojiyê ye jî got: “Weke tê zanîn ev nêzî 7-8 meh e pêngavekî ji aliyê KCK-KJK hatiye destpêkirin bi navê ‘Dem Dema Azadiyê Ye’. Li zindanan, Ewropa, Bakur û hema hema tevahî Gelê Kurd bi taybetî bi pêşengiya jin û ciwanan ev pêngav tê berdewamkirin. Encama van hemûyan di van mehên dawiyê de mirov dikare çawa binirxîne? Wisa bû ku bi rêya telefonê, bi Serokatî re hevdîtinekî hat kirin. Weke jinên kurd, civaka Kurd em tenê vê yekê qebûl nakin.    Lê ev yek jî dide xuyakirin ku heke em weke Gelê Kurd rêxistinbûna xwe hîn xurttir bikin, bigihin hev, armanca xwe, çalakiyên xwe, hebûna xwe, gotinên xwe ger em bikin yek em ê bikaribin di warê fîzîkî de Rêbertiya xwe azad bikin. Ji ber vê divê em wisa li vê pêngavê mêze bikin. Pêwistiya mirov bi çi hebe divê mirov li ser wê bisekine. Niha weke Gelê Kurd pêwistiya me bi rêbertiya me, bi welatek azad û gelekî azad heye.    Bi taybet em weke jin vêya hîn kûr de jiyan dikin. Ji ber vê jî divê em vê pêngavê baş bixwînin. Ji vir û şûnde jî em dikarin car din pêngavê bigrin dest, em xwe  ji nû ve bigrin dest. Em bi ruh, can, fiki û fizikî jî cihê xwe di nava van çalakiyan de bigre.”