Li girtîgeha Bandirmayê lêgerîna tazî li girtiyan tê kirin 2021-04-16 16:39:28     ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Mustafa Acet ê bi rêya telefonê li malbata xwe geriya, anî ziman ku gef li wan tên xwarin û got: "Dema ku hevalên me yên nexweş, ji girtîgehê dibin nexweşxaneyê lêgerîna tazî li wan dikin. Ji ber vî nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê  hevalên me naxwazin biçin nexweşxaneyê."   Li girtîgehan binpêkirinên mafan û gefên li ser girtiyan roj bi roj zêdetir dibin. Ji van girtîgehên ku binpêkirinên mafan lê tên kriin yek jê jî Girtîgeha Tîpa T a Hejmar du ya Bandirmayê ye. Girtî Mustafa Acet ê ku 60 sal ceza lê hatiye birin û 11 salal e girtî ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û anî ziman ku girtiyên nexweş dema dibin nexweşxaneyê lêgerîna tazî li wan tê kirin. Dayika Mustafa Acet ê girtî Taybet Acet bertek nîşanî êrîşên li ser girtiya ndan û got ku bila demildest gefên li girtiyan tên kirin û tecrîdê bi dawî bikin.    'Di nav çar dîwaran de zext berdewam dikin'   Taybet, anî ziman ku di girtîgehan de zext û zordarî li ser zarokên wan tên kirin û wiha got: "Zarokên me di navbera çar dîwaran de ne. Wekî ku ev jî têrê neke, vê carê jî gef û zext li wan tên kirin. Bi salane zarokên me ji me dûrin. Di navbera çar dîwaran de jî li ser wan zext xilas nabin. Di girtîgehan de daxwazên zarokên me nayên bi cih anîn."   'Bila dawî li vê zilm û gefan bînin'   Taybet, destnîşan kir ku lawê wê îro bi rêya telefonê lê geriyay û wiha behsa gotinên kurê xwe kir: " Lawê min îro bi telefonê li min gera, ji min re got 'di girtîgehê de hevalên me yên nexweş hene. Dema dibin nexweşxaneyê lêgerîna tazî li wan dikin. Ji ber vî nêzîkatiya wan hevalên me yên nexweş naçin nexweşxaneyê'.  Di girtîgehê de girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Bila zarokên me bibin nexweşxaneyê. Ev çi pêkanîne li ser zarokên me tên kirin. Em  vî tiştî qebûl nakin. Di her aliyê de jiyana zarokên me hatiye astengkirin. Bila dawî li vç zilmê û gefran bînin. Heta kengî ev tişt dê berdewam bike."   'Bila hikûmet daxwaziyên zarokên me bi cih bîne'   Taybetê di dawiya axaftina xwe de bang li  rayedaran kir û wiha dawî li axaftina  xwe anî: "Ji ber zext, zordarî   tecrîda girankirî şo girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirimr. Ev jî têr nake roj bi roj mafên girtiyan bi her awayî tên binpêkirin. Bila hikûmet daxwaziyên zarokên me bi cih bîne. Li dijî van pêkanînan divê gelê me bêdeng nebîne."