Parêzera aktivîsta Îranî ya Nasîbe: Ên êriş kirine dibe sîxurê Îranê bin 2021-04-16 14:46:22   STENBOL - Parêzera aktivîsta Îranî Nasîbe Şemsaî ya ku êriş li mala wê hatibû kirin,  diyar kir ku rewşa Nasîbeyê baş e û got dibe ku kesên êrişî mala Nasîbeyê kirine, sîxurên Îranê bin.     Li Îranê di 2017’an de “Çalakîyên Çarşema Spî” ji aliyê jinan ve hatibû destpêkirin. Aktivîst Nasîbe Şemsaî jî ji ber ku tevlî çalakîyan bûbû 12 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn û Nasîbe ji ber cezayê hefsê revîya bû Tirkiyeyê. Nasîbe dema ku hatibû Tirkiyeyê li  Balafirgeha Stanbolê hatibû binçavkirin û ew şandibûn Navenda Paşvegerandina Edirneyê û li wir hatibû bicîhkirin.    Parêzerê Nasîbe Kurtuluş Baştîmar li ser medyaya xwe ya civakî  agahî dabû û gotibû: “4 kesên nasnameya wan ne diyar in êrişî mala Nasîbe kirin û ji wê demê şûnde agahî ji Nasîbeyê nayê girtin.”Parêzer Kurtuluş piştî demekê li ser medyaya xwe ya civakî agahî da û got ku rewşa Nasîbeyê baş e.   Parêzer Kurtuluş ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew bi fikar in ku ev 4 kesên êrişî mala Nasîbeyê kirine sixurê Îranê bin. Kurtuluş ani ziman ku ev 4 kesên nasnameya wan ne diyar in deriyê mala Nasîbe şikandine û xwestine bikevin mala wê. Kurtuluş got : “Ez li polîsan gerîyam piştre  Nasîbe bi awayekî bi ewle gihaşt muduriyeta polîsan. Nasîbe ji ber ku bi zimanê Tirki û Îngîlîzî nizanê biaxive, nikare xwe îfade bike. Polîs li min geriyan û min jî derheqê rewşa Nasîbeyê de agahî da wan.”   Parêzera Nasîbe ji bo ku paşvegerandina wê bê sêkinandin û wê bişînin welatekî din serî li  Neteweyên Yekbûyî dabû. Encama serlêdanê wê di meha gulanê de be eşkerekirin.