ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-15 09:00:00   *Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Selma Ozturk a bi hesreta xwendinê û xêzkirina wêneyan dijî, niha hemû xeyalên xwe zindî dike. Selmaya dest bi xwendinê kir û wêneyan xêz dike got:" Ji bo tiştekî ne dereng e divê em xeyalên xwe nekujin." DÎMEN HEYE   *Hunermendên Amedê bal kişandin ser 15’ê Nîsanê Roja Hunerê ya Cîhanê û gotin: "Divê huner bi awayekî azad xwe bigihîne her qadên civakê, wê gavê huner serbixe dibê û dighije armanca xwe." BI DÎMEN    *Li gundê Şiyê yê Qilebanê, dêr û avahiyên Keldaniyan ji aliyê kesên ku li xezîneyan diğerin hatine rûxandin û tên tune kirin. BI DÎMEN   *Melahat Fîdan a ku di 22'ê Adarê de çûbû serdana lawê xwe Osman Fîdan lêgerîna tazî lê hatibû kirin. Melehata ku bertek nîşanî lêgerîna tazî da bi hinceta "pergal û ewlehiya girtîgehê xira dike"  mehekê cezayê qedexeya hevdîtinê lê hatiye birîn. Melahata bertek nîşan da got, " Hem lêgerîna tazî li min kirin û hem jî hevdîtin li min qedexe kirin." DÎMEN HEYE   *Ji Komeleya Jinan a Rosayê ya Amedê Gozde Engîn diyar kir ku bi biryara feshkirina Peymana Stenbolê re gotina ‘kuştinên jinan polîtîk in’ carek din gihiştiye rastiya xwe û wiha got: “Divê ji bo Peymana Stenbolê piştevanî bê mezinkirin û têkoşîn bê mezinkirin. Ji ber ku parastina me ya cewherî herî mezin, rêxistinbûn, yekîtî û piştevaniya me ye.” DÎMEN HEYE