Sevgî Çoban hat dîtin 2021-04-14 15:53:07   WAN - Sevgi Çoban a ku ev 3 roj in winda bû, hat dîtin. Hat zanîn ku tendurustîya Sevgîyê baş e.   Li Wanê malbata Sevgî Çoban (18) di 11'ê nîsanê de serî li muduriyeta polîsan da û got keça wan Sevgî windayî ye. Hat zanîn ku Sevgî li Rihayê ye û polîsan ew biriye qereqolê  û îfadeya wê girtine. Hat zanîn ku tenduristiya Sevgiyê baş e.