Jineke 50 salî di mala xwe de mirî hat dîtin 2021-04-12 11:46:23     MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê jineke 50 salî di serşoyê de mirî hat dîtin.   Li taxa Selehedîn Eyyubî, navçeya Qosera Mêrdînê Emîne Gokçen a 50 salî di serşoya mala xwe da mirî hat dîtin.   Li ser îxbara welatiyan polîsên ku hatin cihê buyerê Emîne Gokçen a mirî ji bo encamên otopsiyê cenazeyê wê birin morga nexweşxaneya Mêrdînê.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.