‘Bi destê dewletê pêşiya şîdetê hat vekirin’ 2021-04-12 09:02:35     Dîlan Babat   ENQERE - Ji pîrebokên Kampusê Melîke Buyuk, da zanîn ku feshkirina peymana Stenbolê êrîşa li hember destkeftiyên jina ye. Ji Piştevaniya Mor Selda Kondakçi jî wiha got: “Peymana Stenbolê cama di navbera me û kujeran de bû. Lê ew cam bi destê dewletê hat şikandin.”   Di hefteyên borî de peymana Stenbolê bi biryarnameya serokomariyê hat feshkirin. Peymana ku yek ji destkeftiya girîng a jinan dihat dîtin, piştî vekişîna jê rastî bertekên mezin hat. Jin protestoyên xwe li qadan didomînin.   ‘Li welat rastiyek şîdeta li ser jinan heye’   Ji Pîrebokên Kampusê Melîke Buyuk daxuyakirin ku feshkirina peymanê biryareke di şevekê de hatiye dayîn nîne û got demek dirêj bû AKP’ê hewl dida fesh bike û got:”Yek ji sedemên biryarê ev e ku destkeftiyên jinan tune bikin. Li Tirkiyeyê şîdeta mêr pir zêde ye. Li vî welatî şîdeta li ser jinan heye. Ev şîdet li malê, kampusê û kolanan bû. Di peymana Stenbolê de xalên ku pêşî li şîdetê û tacîzê bigirin hebûn. Ger peyman pêk bihata wê şîdet jî kêm bibû ya. Lê mixabin malbata pîroz derket pêş û naveroka peymanê vala kirin û hewl didin rejîmeke nû ava bikin.”   ‘Biryarek siyasî û polîtîk e’   Melîkeyê her wiha destnîşan kir ku AKP bi taybet hinek biryaran bi şev digire û yek ji van jî ya feshkirina peymanê bû û ev tişt anî ziman: “Desthilatdariyê li alî şîdetê tercîha xwe kir. Piştî feshkirinê di rojekê de 6 jin hatin kuştin. Di salekê de bi hezaran jin rastî şîdetê tên. Lê piştî vê peymanê, mêrên ku cesaret girtine wê şîdetê rewa bikin. Rêxistinên jinan demek dirêje ji bo pêkanîna peymanê li kolanan bûn. Têdikoşiyan. Niha ji bo biryar pêk bê têdikoşin. Îro ligelek deverên Tirkiyeyê jin çalakiyan pêk tînin. Lê em di destpêka pêvajoyeke dirêj de ne. Em ê têkoşînê xurt bikin û pêşî li vê bigirin.”   ‘Bêguman wê ev çirav bigihîşta me’   Ji Piştevaniya Mor Selda Kondakçi jî anî ziman ku peyman temînta jiyana jin, zarok û LGBTÎ’yan bû û got bi biryara vekişînê re faşîzm li her derê bi cih bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev çirava ku desthilatdariyê afirand û li her derê belav bû bêguman wê bigihîşta me jî. Destkeftiya jinan ku bi têkoşîneke mezin hat girtin, bêguman ji gotina yek kesî re wê neyê hiştin. Em ê têbikoşin û destur nedinê. Mafê hebûna me di devê yek kesî de nîne. Ev biryar ji bo me jinan ne derbasdar e.   ‘Em bi kujerên xwe re ligel hevin’   Seldayê her wiha balkişand ser bandora peymanê ya li ser gumanbaran û got feshkirinê zêdetir cesaret daye gumanbaran û mînaka wê wiha vegot: “Piştî peymanê di 12 saetan de 6 jin hatin qetilkirin. Peymana Stenbolê cama di navbera me û kujeran de bû. Ew cam bi destê dewletê hat rakirin. Em bi kujeran re hatin rû hev. Ger armanc parastina jinê bûna wê peyman nehatiba feshkirin.”   ‘Têkoşîn dide jiyîn’   Seldayê da zanîn ku ew bi ferzkirina ‘jina makul’ re hatine rû hev û daxuyakirin ku divê jin li dijî van ferzkirinan ligel hev têbikoşin û wiha dawî lê anî: “Ji bo mafên xwe em ê têbikoşin û di wê têkoşînê de em ê ligel hev bin. Têkoşîn dide jiyîn.”