Girtiya nexweş Aysel Daglar nayê dermankirin 2021-04-12 09:01:42     COLEMÊRG - Girtiya nexweş Aysel Daglar nikare hewcedariyên xwe jî bîne cih. Dayika wê Emîne Daglar da zanîn ku divê keça wê demildest bê dermankirin û bang li wezareta dadê kir.   Aysel Daglar di 2018’an de li Muşê di encama îxbarekê de hat binçavkirin û girtin. Der barê Ayselê de bi îdiaya ‘xerakirina yekitiya dewletê’ û ‘endamtiya rêxistinê’ du caran cezayê muebeta giran hat dayîn. Aysel Daglar ji ber parçeyê şarapnelê yê di serê wê de bi xeteriya felcê re rû bi rû ye. Aysel li girtîgeha Tîpa T ya Wanê girtiye û nayê dermankirin. Rewşa Ayselê her ku diçe giran dibe û hewcedariyên xwe jî bi alîkariya hevalên xwe dike. Perda guhê Ayselê di îşkenceyê de teqyabû û di lingê wê de jî derizîn heye. Dayika wê Emîne Daglar da zanîn ku ji ber pandemiyê ev saleke neçûye serdana keça xwe û ev meheke  jî hevdîtina telefonê nikare bi keça xwe re bike.   '5 hefteye keça min nikare telefonî me bike'   Emîneyê destnîşan kir ku 5 hefteye nikarin hevdîtina telefonê bikin û wiha got: “Vê hefteyê nû em axivîn. Em nizanin çima li me nagere. Ma girtîgeh e wê li wir dikaribin çi bikin? Ez bang li wezareta dadê dikim, çi cezayê keça min heye bila bê li malê bikşîne. Ez ji rewşa keça xwe bi gûman im. Derfetê min tune ye ku ez biçim keça xwe bibînim. Ev du sale ji ber pandemiyê nikarim biçim cem keça xwe.”   ‘Ji ber îşkencê perda guhê wê teqya’   Emîneyê wiha dawî li axaftina xwe: “Keça min nexweşe, lingên wê çavên wê diêşin. Nexweşiyên keça min giranin û nahêlin biçe nexweşxaneyê jî. Lingê wê de derizîn heye. Dema hat girtin di bin çavan de ji ber îşkencê perda guhê wê teqya. Keça min nikare bimeşe. Dibin doktor ‘dibêjin biçe em nikarin tiştekî bikin.’Keça min nikare hewcedariyên xwe bîne cih. Ger neyê dermankirin wê felç bibe. Yekane daxwaza min eve ku bê dermankirin.”