ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-12 09:00:00     Girtiya nexweş Aysel Daglar nikare hewcedariyên xwe jî bîne cih. Dayika wê Emîne Daglar da zanîn ku divê keça wê demildest bê dermankirin û bang li wezareta dadê kir. DÎMEN HEYE   *Ji pîrebokên Kampusê Melîke Buyuk, da zanîn ku feshkirina peymana Stenbolê êrîşa li hember destkeftiyên jina ye. Ji Piştevaniya Mor Selda Kondakçi jî wiha got: “Peymana Stenbolê cama di navbera me û kujeran de bû. Lê ew cam bi destê dewletê hat şikandin.” DÎMEN HEYE   *Berrîn Sonmez diyar kir ku wê kampanya bi navê ‘meclîs bila bê peywira xwe, em temaşe dikin’ ya EŞÎK’ê, gihiştiye astek din û got: “Em ê hemû tiştên her parlamenterekî ku der barê mafên jinan de dikin erênî û neyînî derxin holê û bi raya giştî re parve bikin.”DÎMEN HEYE   *Siyasetmedarên HDP’ê derbarê kampanyaya "Ji xizaniya jinê re na" axivîn û derbarê xebatên ku starta wê li Egeyê dane axivîn. Siyasetmedaran gotin wê bi jinan re bên gel hev û rêbazên çareseriya pirsgirêkan nîqaş bikin û gotin wê nîşan bidin ku jin ne tenê ne. BI DÎMEN    *Rêxistina HDP'ê ya navçeya Hezexê, derbarê çalakiya grev birçîbûnê de li ber avahiya xwe daxuyaniyê û çalakiya rûniştinê dê li dar bixe. (13.00)