Nobeta 'edaletê' di roja 34'an de ye 2021-04-11 11:38:16   RIHA - Çalakiya nobeta 'edaletê' ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît di roja 34'an de berdewam dike.   Li navçeya Pirsûs a Rihayê xizm û parêstvanên parlamenterê AKP'ê Îbarhîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn û sê kes ji malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du lawê wê hatin qetilkirin li gel lawê xwe Ferît li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta 'edaletê' kir. Çalakiya Emîne û lawê wê di roja 34'emîn de berdewam dike.    Emîne ya ku di 9'ê Nîsanê de li dijî koronayê aşî bûye, ji ber ku ji duh êvarê ve ne rehet e wê îro lawê wê Ferît bi tena xwe çalakiyê bidomîne.