Li Mexmûrê Koma 58'emîn Greva Birçîbûnê Dewr Girt 2021-04-11 11:08:46     MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 58’emîn çalakî dewr girt û çalakî di roja 115’yan de berdewam dike.   Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin berdewam dike. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Îro çalakî ji hêla koma 58'emîn ve hat dewrgirtin. Çalakî 115 roj in didome.   Beriya dewirgirtina çalakiyê bi wesîleya salvegera wefata wê Dayê Uveyş hat bi bîranin.   Li ser navê koma 57’emin Cemîle Korkmaz bi wesîleya salvegera wefata wê Dayê Uveyîş bi bîranî û axaftina xwe wiha domand: ‘’Weke tê zanîn îro 11’ê Nîsanê salvegera wefata Dayê Uweyş e. Dayê Uveyş ji bo me pîroz e, dayîka me hemûyan e. Em careke din dibêjin serê rêbertiya me û gelê me sax be û em Dayê Uveyş. Armanca çalakiyên me li Mexmûrê diyare, heta ku em negihijin armanca xwe Serokatiya xwe bi fizîkî rizgar nekin em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Dijminê me niha di şexsê rêbertiya me de tecrîdê li ser herçar parçên Kurdistanê dide meşandin û hewildide destkeftiyên kurdan ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxisitn desteser bike. Dîsa li bakurê Kurdistanê her roj endamên HDP’ê tên binçavkirin û girtin. Em ê heta dawiyê li hember dijmin li ber xwe bidin.   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û Şehîd Na Mirin’ bi dawî bu.   Di dawiya merasîmê de ji bo bîranîna Dayê Uweyş şekir hat belavkirin.