Koma 28'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewer girt 2021-04-11 10:08:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 28'emîn di roja 136'emîn de didome.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 28'emîn di roja 136'emîn de didome.    Herwiha duh Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz di hevdîtina ku li Edeneyê bi gel re kir de bal kişand ser tecrîdê û got, "Êrîş bi tecrîdê tên destpêkirin,em ê yekitiya xwe pêk bînin û li dijî tecrîdê têbikoşin. Heta ku birêz Ocalan azad nebe ne Gelê Kurd nejî gelê rojhilata navîn azad nabin."   Parlamentera HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr jî ku di meşa jinan a duh li Wanê pêk hat de axivî got ku heta daxwazên girtiyan bên bicih anîn ew ê têkoşînê bidomînin.