Li Wanê meşa jinan hat astengkirin 2021-04-10 12:43:03     WAN - Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê li Wanê jinan xwest meşek li dar bixe lê meş ji hêla polîsan ve hat astengkirin.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê li dijî betalkirina Peymana Stenbolê xwestin li Kolana Hunerê meşek li dar bixin. Lê meşa jinan ji hêla polîsan ve hat astengkirin.    Serê sibehê ve Kolana Hunerê ji hêla polîs, maşîneyên zirxi û TOMA'yê hat dorpêçkirin. Kolan hêj serê sibehê hat valakirin û nehiştin rojnameger dîmen bikişînin. Polîsan qedexeya walitiyê wekî hincet nîşanda.    Li hemberî astengiyan parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê li kolanê rawestiyane.