Li Nisêbînê jinekê dawî li jiyana xwe anî 2021-04-10 11:15:14     MÊRDÎN - Li Nisêbînê jinekê dawî li jiyana xwe anî.     Di rojên dawî de li Mêrdînê bûyerên xwekujiyê gelek rû didin. Îro jî li Gundê Kertwêna girêdayî Nisêbîna Mêrdînê ye jina 32 salî ya bi navê Fîryal Şen a ku bi eslê xwe ji Rojava ye li malê bi awayekî xeniqandî hat dîtin. Nehat diyarkirin ku Fîryalê çima dawî li jiyana xwe anî.    Fîryalê rakirin Nexweşxaneya Nisêbînê ya Dewletê. Piştî rapora otopsiyê ew ê bispêrin axê.