Emîne Şenyaşar 33 roj in di nobetê de ye 2021-04-10 10:29:35     RIHA - Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar ên 33 roj in çalakiya xwe ya nobetê ya li ber Edliya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” dewam dikin.   Emîn Şenyaşar a hevjîn û du kurê xwe di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê Adarê de li ber Edliya Rihayê dest bi nobeta “Edaletê” kirin. Çalakiya dayik û kurê wê ya  bi daxwaza “Edaletê” di roja 33’yemîn de dewam kir.