Li jor dewlet li kolanê mêr! 2021-04-10 09:03:54     ENQERE - Piranî mêran ku me der barê şîdeta li hember jinan de mîkrofon dirêj kirinê, argumanên mêr ên klasîk bi kar anîn û şîdet rewa kirin. Mêrên ku feshkirina Peymana Stenbolê erênî dîtin, jin wek ‘xizmetkarên belaş’ dîtin an jî wek ‘jina xwe’ dan pênasekirin.   Peymana Stenbolê di şeva 19’ê Adarê de bi biryarnameya serokomariyê hat feshkirin û piştî vê yek rojevên sereke Peymana Stenbolê bû. Ev du hefte ye jin li dijî feshkirina peymanê bertek nîşan didin û çalakiyan pêk tînin. Lê berdewamkarên zîhniyeta serdest a mêr jî hewl didin feshkirinê rewa bikin. Jin kolan û hemû qadên jiyanê vediguherin qada berxwedanê û mêr jî vediguherin qada tehhîd û xetereyê.   Mêr şîdetê çawa dibînin?   Polîtîkayên serdest ên mêr ên rêveberiyê û mejiyê darazê yê serdest ê mêr, piştgiriya ji bo şîdeta li ser jinan didomîne û pêşiya şîdetê vedike. Piştî feshkirina peymanê di 12 saetan de 6 jin hatin qetilkirin û ev jî encamên giran ên feshkirina peymanê radixe ber çavan. Li Enqereyê, mêrên ku me mîkrofonên xwe dirêjî wan kirin, pirsên weke ‘hûn şîdetê çawa’ vedibêjin bersivandin.   Jin kî ye?   Piranî mêran şîdet bi hincetên cuda rewa kirin û jin wek meta, wek objeya zayendî, wek xizmetkarên belaş an jî wek dayika zarokên xwe pênase kirin. Mêrên ku Peymana Stenbolê wek ‘eletewş’ dîtin jî, têkiliya mêr-dewletê carek din şênber kirin.   Dema mirov bersivên mêrên ku ji pîşeyên cuda, dane dixwînin, mirov careke din şahidiya mafdariya têkoşîn û berxwedana jinan a her tim didome, dikin.   ‘Ez li dijî betalkirina peymanê me’   Mehmet Çalli yê bi pîşeya serbest mijûl dibe: Ez li dijî betalkirina peymanê me. Jin û mêr wekhev e. Divê mêr li hêrsa xwe baldar bin.Bavê min digot ‘jin ne sewal e, lêdan ne rast e’. Ji ber çanda me ji aliyê hinek aliyan ve hat windakirin, şîdet jî zêde bû. Piştî çanda ereb hat, ji rêderketin çêbû. Feshkirin şîdetê zêde nake. Ji ber desthilatdariyê mehra olî serbest kiriye şîdet zêde bû.   ‘Ger jin gotinê guhdar neke tu yê wê bidî rûniştandin’   Berat Saglam ê li sanayîyê dixebite:Malbat zarokên xwe çawa bigihîne wê wisa biçe. Hinek malbat dibêjin ‘Dema jin li gotinê guhdar neke bide rûniştandin’. Hinek malbat jî dibêjin ‘Li jin û zarokên xwe baş binêrin’. Şîdeta li ser jinan dadger an jî serokomar eleqeder dike. Min eleqeder nake.   ‘Jin bi qasî mêran ne xurt in’   Xwendekar Ugur Kurt:Şîdet ji wijdana kes re maye. Dema ku mirov bi kes re empatiyê ava bikin mirov dikarin xwe bigirin. Bi şîdetê mirov nagihêjin cihekî. Sebir girîng e. Divê mêr bi sebir bin. Jin bi qasî mêrekî ne xurt e. Nikare xwe biparêze. Divê mêr bifikire ku çima şîdetê li jinan dike. Pêşîgirtina şîdetê ne tiştekî zehmet e. Divê mirov kesên bikin jiyana xwe baş nas bikin. Mirov nas nekin û bikin jiyana xwe zehmet e. Ev rewş şîdetê rewa dike.   ‘Xizmetkarên belaş’   Xebatkarê berê yê TSK'ê Mehmet Yavuz: Şîdet di terza pevçûnê de ye. Xweda jin emanetê me kirine. Hebûneke pîroz in. Divê em nirxa wan bizanin, jiyan bi wan re xweş e. Hinek nabînin, hinek dibînin, har dibin. Heta ku mirovên nezan hebin, nirxa jinê nizanibin wê şîdet jî bidome. Dema mirov dizewicin mirov wek keça xwe jê hez dikin mirov ji zimanê wan jî fêm dikin. Mirov çawa nêzî keça xwe dibin divê mirov wisa nêzî jina xwe bibin. Ez kulmekê li hevjîna xwe bixim difikirim ku ‘bavêjim keça xwe wê çi bibe?’ Piştre pê li firênê dikim. Ji ber dayik in divê mirov lê nexin. ‘Xanima’ min tunebe ez nikarim cilan bişom. Hevjîna min dişo. Mirov vê bi pereyan bikin, mûçe têr nake. Evqas xizmetê dike. Xizmetkara belaş e, beramberê wê tiştek naxwaze. Pir baş li zarokên me dinêre. Em hîna çi bixwazin ji jinê? Bila xweda tunebûna wan nîşan nede.   ‘Bi qanûnê pêşî li şîdetê nayê girtin’   Xwendekar Fatîh Emre Orgu:Şîdet nîşandana hêzê ya ku mirov bi fîzîkî li hember hev pêk tîne. Hem di alî olî de hem di alî mirovahî de şîdeta çareseriya herî dawî ye. Divê mirov zêdebûna peymanê bi peymanekê nenirxînin. Ger ku fêdeya peymanekê hebe û rakirina wê zirar be çima tê rakirin? Beriya vê jî nehat rakirin ku niha tê rakirin? Qanûnek wisa dibe ku nehatiba. Welat bi reaksiyonên demî tê birêvebirin. Li welat şîdet bi qanûnê nayê astengkirin. Bi qanûnê tiştên ku divê mirov nekin, tê kirin.   ‘Bi cezayan dikare şîdet bê kêmkirin’   Xwendekar Ugur Mete:Ez ji her cureyê şîdetê nefret dikim. Em di şîdeta li hember jinan de di rêzên ewil de ne. Em evqas pêş ketine lê em derfetên xwe ji bo şîdetê bi kar tînin. Jin mafên xwe yên qanûnî bi kar tînin û çalakiyê dikin dibêjin ‘çima hûn dikin?’Ger ku civak di vê mijarê de nebe xwedî hişmend wê ev şîdet bidome. Dibêjin jinê em bi kesek din xapandine û dikujin. Mafê wan tune. 3 rojên din şûnde bi ken tên berdan. Xwişk û dayikên me hene. Gelo wê ew li kolanan çawa bimeşin? Di sedema şikeftan de jî li hember jinan rêzdarî hebû. Em 2 hezar sal şûnde, ketine. Çima Peymana Stenbolê pêk nayê? Cezayên giran bên dayîn wê şîdet jî kêm bibe. Ji bo kesên ji jinan hez nakin divê piştgiriya civakî bê dayîn.   ‘Dibistanekê vebikin hûn ê girtîgehekê kêm bikin’   Memur Pamîr Turkoglu:Şîdet tevgereke neyînî ye. Şîdet wek vîrusekê belav dibe. Ez feshkirina peymanê rast nabînim. Welat li hember jinê tiştekî nake. Pergala serdest a mêr gelek tiştên neyînî afirandiye. Bi qanûnan dikare pêşî li şîdetê bê girtin. Bi perwerdeyê dikare pêşî li şîdetê bê girtin. Wek Vîctor Hugo gotiye ‘dibistanekê çêbikin hûn ê girtîgehekê kêm bikin.”   ‘Mirovên ku tiştekî wan nemabe her tiştî dikin’   Endezyarê Elektîrîkê Mehmet Eşkol:Şîdet tiştekî ji derveyê daxwaza mirovan tê kirinê ye. Li Tirkiyeyê ji ber ku her tişt tevlî siyasetê bûye, samimiyet nemaye. Her tiştî ji bo dengan dikin. Dikare bi perwerde û aramiyê dikarin pêşî li şîdetê bigirin. Mirovên ku tiştekî wan nebame dikarin her tiştî bikin.   ‘Jin wek jinê, mêr wek mêr tev bigere wê pirsgirêk nemîne’   Kesekî ku navê xwe negot: Her cureyê şîdetê heye lê em tenê wek şîdeta fîzîkî dibînin. Peymana Stenbolê weke ku pêşî li şîdetê digire tê nîşandan lê li gorî min di peymanê de gotinên ne li gor usulê û eletewş heye. Peymanê şîdet kêm nekir. Ji ber vê ez dibêjin ‘Peymana Anatolî’. Peymana kesên berê ya Peymana Stenbolê bû. Ger ku jin û mêr hev fêm bikin, jin wek jin, mêr wek mêr be wê pirsgirêk jî nemîne. Vekişîna ji peymanê baş bû. Peymana Stenbolê mêr davêje plana duyem.   ‘Divê yên jor biguherin, pergal biguhere’   Enîs ê Barîsta û deqan çêdike (nexwest paşnavê xwe bide):Ez li dijî şîdeta li ser jinê me lê li welat gelek psîkopat hene û ji ber vê nikare pêşî lê bê girtin. Em nikarin pêşî li tecawiza li hember zarokan jî bigirin. Kesê ser me ji Osmaniyan tê, heta ew neçe ev naguhere. Divê yê jor biguhere, pergal biguhere.