'Em dibêjin êdî bes e bila tecrîdê bi dawî bikin' 2021-04-10 09:02:51     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Dayika Nîhat Malgaz ê di girtîgehê de ye Rahmete Malgaz, bal kişand ser tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got, " Zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin. Em dibêjin êdî bes e. Bila daxwaziya zarokên me bi cih bînin. Em naxwazin ku tendirustiya zarokên me di grevên biçîbûnê de têk biçe."       Şert û merc roj bi roj li girtîgehan giran dibin. Li dijî van şertên giran û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku hatibû destpêkirin jî berdewam dike. Dayika Nîhat Malgaz ê ku 36 sal ceza lê hatiye birîn û 10 sal e di girtîgehê de ye Rahmete Malgaz bertek nîşanî tecrîd û binpêkirên mafan ku li girtîgehan pêk tên da û bal kişand ser zahmetiyên ku dema diçin hevdîtinê dikişînin.   Rahmete diyar kir ku neheqiyeke mezin a hiqûqî li lawê wê hatiye kirin û got, " Lawê min di 2011'an de bê sûc û guneh hat girtin. Dema ku hat girtin 15 salî bû. Piştî ku hat girtin bi demekê li gel temenê wî yê biçûk 36 sal ceza lê hat birîn û Lawê 6 salan di girtîgeha Sêrtê de ma, piştre ew sirgûnî Girtîgeha hejmar 2 ya Bandirmayê kirin û hîna li heman girtîgehê tê girtin."   'Zarokekî 15 salî re çawa 36 sal ceza dibirin'   Rahmete anî ziman ku kurê wê bi awayek bêsûc 10 sal e di navbera çar dîwaran de tê girtin û got: "Li ser zarokên me zext û zordarî gelek zêde tê kirin. Diranê kurê min diêşê û wî nabin nexweşxaneyê. Kurê min du caran jî ji pozê xwe emeliyat bûye. Ez dixwazim kurê min bibin nexweşxaneyê û tedawî bikin. Rewşa kurê min nebaşe. Ne tenê lawê min ez dixwazim ku zarokên me hemû bên berdan. Bi salan e li ser me kurdan zilm û zordarî tên kirin. Dewlet çi ji zarokên me dixwaze. Alavên ku em ji zarokên xwe re dijînin girtîgehê jî nadin wan. Radyoyên wan komkirine û nadin wan. Her wiha rojnameyan jî nadin wan. 36 sal cezayê girtîgehê lê birîn. Ji zarokekî 15 salî re çawa 36 sal ceza dibirin."   'Li girtiyan zilmê dikin'   Rahmete, daxwaza berdana kurê xwe û hemû girtiyan kir û wiha domand: "Bila zarokên me berdin. Ev du salin ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê nikarim biçim hevdîtina kurê xwe. Em dibêjin êdî bes e. Bila bes zilmê li me bikin. Dema ez diçim girtîgehê bi hinceta koronayê rapora tendûristiyê dixwazin. Ji me re gelek zehmetî derdixin. Zarokên me sirgûn dikin û dişînin girtîgehên dûr. Em dema diçin hevdîtinê ji ber ku rê dûr e gelek zahmetî dikişînin. Lawê min Bandirmayê ye dema diçim cihekî ku lê bimînim tune ye.  Min sê caran ji kurê xwe re radyo rêkir lê belê nedanê. Bi tenê nameyan didin wan jî dereng didin."   'Lêgerîna tazî li me dikin'   Rahmete, destnîşan kir ku dema diçe girtîgehê hevdîtina kurê xwe ji aliyê gardiyanan ve lêgerîna tazî li wan tê kirin û wiha pêlda axaftina xwe: "Gardiyan gelek can me tazî dikin û bi wî awayî li ser me digerin. Ez çend caran çûm girtîgehê ji bo hevdîtinê her carê heman tişt li min kirin. Li ser me çi heye, tazî dikin û li ser me digerin. Em vê qebûl nakin û şermezar dikin. Ji bo ku em kezeba xwe bibînin neçarin biçin girtîgehê. Dewleta ku 36 sal ceza da kurê min bi vî awayî zilmê li me dike. Şewba koronayê heye û em jî ber wê jî ji tendirustiya zarokên xwe bi gûman in. Çima kesên edlî berdidin zarokên me bernadin. Bila deriyê girtîgehan bê vekirin. Ji ber kurdbûna me zilmê li me dikin."   'Daxwaziya zarokên me bi cih bînin'   Rahmete, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan berdewam dike û wiha pê de çû: "Ji bo tecrîdê bê şikandin di girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Ji ber ku li ser girtiyan zilm tê kirin û tecrît tê meşandin bedena xwe dane ber birçîbûnê. Em dibêjin êdî bese. Bila daxwaziya zarokên me bi cih bînin. Em naxwazin dîsa cinaze ji girtîgehan derbikevin. Em naxwazin zarokên me bedena xwe bidin ber birçîbûnê. Ji ber ku zarokên me birçî dimînin em jî nikarin tiştekî bixwin. Êdî xew nakeve çavên me. Kurê min di sala 2019'an de jî ket çalakiya greva birçîbûnê û wê demê jî nêzî sê çar mehan tê de ma.  Bila hikûmet dengê zarokên me bibihîze. Bila bersivê bidin zarokên me."   'Em jiyanek azad û wekhev dixwazin'   Rahmete, di dawiya axaftina xwe de bang kir ku bila hemû kes dengê girtiyan bibihîze û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila di serî de girtiyên nexweş û piştre hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Bila dawî li vê zilmê bînin. Bila deriyê girtîgeha bê vekirin. Divê hemû gelê me rabe ser piyan û dengê girtiyan bibihîze."