ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-10 09:00:00     * Munever Akbulut a bi hunera telkariyê mijûl dibe da zanîn divê bi hev re hunera telkariyê bê parastin û wiha got:"Hunera telkariyê ji çanda suryaniyan tê û bi sedsalan e tê parastin. Bi mijûlbûna hunera telkariyê çandekê diparêzim. Weke hevparê vê xakê ev karê me tevan e." DÎMEN HEYE   *Dayika Nîhat Malgaz ê di girtîgehê de ye Rahmete Malgaz, bal kişand ser tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got, " Zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin. Em dibêjin êdî bes e. Bila daxwaziya zarokên me bi cih bînin. Em naxwazin ku tendirustiya zarokên me di grevên biçîbûnê de têk biçe." BI DÎMEN      *Piranî mêran ku me der barê şîdeta li hember jinan de mîkrofon dirêj kirinê, argumanên mêr ên klasîk bi kar anîn û şîdet rewa kirin. Mêrên ku feshkirina Peymana Stenbolê erênî dîtin, jin wek ‘xizmetkarên belaş’ dîtin an jî wek ‘jina xwe’ dan pênasekirin. BI DÎMEN