Emîne Şenyaşar 32 roj jin di nobetê de ye 2021-04-09 12:36:59     RIHA - Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar ên 32 roj in çalakiya xwe ya nobetê ya li ber Edliya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” dewam dikin, banga piştevaniyê kirin.    Emîn Şenyaşar a hevjîn û du kurê xwe di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê Adarê de li ber Edliya Rihayê dest bi nobeta “Edaletê” kirin. Çalakiya dayik û kurê wê ya  bi daxwaza “Edaletê” di roja 32’yemîn de dewam kir.   Emîne û kurê xwe wekî her serê sibehê, îro jî di saetên serê sibê de berê xwe dan edliyê û lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin.