Cevahîr Agrali: Girtî hevdîtina 4 deqeyan hat kirin napejirînin 2021-04-09 12:16:42     Aynur Aslan   WAN - Ji Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê ya Baroya Wanê Cevahîr Agrali da zanîn hevdîtina 4 deqeyan a Mehmet Ocalan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir nayê pejirandin û wiha got:"Girtî jî vê yekê qebûl nakin. Ev rewş berê em pê rû bi rû nemabûn. Girtî bi malbatên xwe re divê hevdîtinê bikaribin bikin. Birina malbatê ya dozgeriyê û sekinandin kesekî ya li ser serê wan di mevzuatê de tune ye. "   Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 27'emîn di roja 133'yemîn de didome.    Girtiyên hîn daxwazên wan nehatine cih tînin ziman ew di mijara çalakiya xwe de bi biryarên.    Parêzer Cevahîr Agrali ya di Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê ya Baroya Wanê de cih digire têkildarî çalakiya greva birçîbûnê de nirxandin kir.    'Tecrîd bi awayekî kûr tê pêkanîn'   Cevahîrê da zanîn daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibin û wiha got:"Tecrîd bi awayekî kûr tê pêkanîn. Girtiyên nexweş nayên tehliyekirin û nikarin bigihêjin derfetên tedawiyê. Ev binpêkirina mafan e. Pêdiviya girtiyên nexweş ji malbatê wan hene. Ew bi saya alîkariya hevalên xwe yên li girtîgehê dikarin pêdiviyên xwe bînin cih. Loma girtî di warê daxwazên xwe de mafdar in. Niha yek ji pênkirina mafan jî "Lijneya Halê Baş e". Ev vesazkirin berê tune bû. Bi vê vesazkirinê girtiyên înfazên wan bi dawî bûne li girtîgehan dîsa tên girtin. Di serî de bêpariya ji azadiyê em dikarin bêjin ev vesazkirin dibe sedema gelek bipêkirinên mafan. Girtiyên cezayên wan qediyane hîn di girtîgehê de tên girtin. Tu aliyê vê yekê yê hiqûqî tune ye. "   'Pêdiviyên girtiyan naynin cih'   Cevahîrê bi lêv kir ku wan daxwaza hevdîtinê ji Serdozgeriya Komarê kirine lê ev daxwaza wan nehatiye pejirandin û wiha domand:"Daxwaza me ya ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê ya ji Serdozgeriya Komarê nehat pejirandin. Derfeta me ya hevdîtina bi girtiyan çêbû. Em hewil didin her tim bi wan re hevdîtinê bikin. Li her girtîgehên çalakiyên grevên birçîbûnê lê didomin pêkanînên cuda hene. Çalakgerên dest bi greva birçîbûnê dikin dixin koguşên cuda. Nayê hiştin ku hevalên wan ên ne di greva birçîbûnê de li gel wan bin. Li hinek girtîgehan pêdiviyên bingehîn ên wekî şekir, lîmon, mast nayên dayin. Ji ber greva birçîbûnê zext jî tên kirin. Em dizanin ku gardiyan jî zextê li girtiyan dikin."   'Çalakiya greva birçîbûnê asta dawiye ku girtî serî lê didin'   Cevahîrê di heman demê de anî ziman ku serlêdanên hiqûqî yên girtî ji bo pêdiviyên xwe yên bingehîn jî nayên qebûlkirin û wiha pê de çû:"Çalakiya greva birçîbûnê asta dawiye ku girtî serî lê didin. Welî çareya dawî bedena xwe didin ber birçîbûnê. Mixabin dewlet vê ya nagire ber çavan û wekî hiqûqî nanirxîne. Girtiyên dikevin greva birçîbûnê cezayên dîsîplînê jî digirin. Ya bi hucreyê tên cezakirin an jî mafê wan ê têkiliyê ji destên wan tên girtin. Dewlet aliyê vêya yê hiqûqî jî nabîne."   'Mevzuateke bi vî hawî ya hevdîtinê tune ye'   Cevahîrê diyar kir girtî di warê daxwazên xwe de mafdar in û wiha got:"Di 25'ê Adarê de birayê Birêz Ocalan hevdîtineke 4 deqeyî pê re kir. Lê di mevzuatê de mafê girtiyan heye ku di hefteyê de 20 deqeyî hevdîtina bi telefonê bikin. Lê telefona bi Birêz Ocalan tenê 4 deqeyî dewam kir û hat qutkirin. Girtî jî vê yekê qebûl nakin. Ev rewş berê em pê rû bi rû nemabûn. Girtî bi malbatên xwe re divê hevdîtinê bikaribin bikin. Birina malbatê ya dozgeriyê û sekinandin kesekî ya li ser serê wan di mevzuatê de tune ye. "   'Divê hukumet mafên mirovan ên bingehîn bîne cih'   Cevahîrê anî ziman divê demildest bersiv ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê bê dayin û wiha bi dawî kir:"Grevên birçîbûnê peywireke wicdanî li me bar dike. Gelek encamên ne baş ên grevên birçîbûnê çêbûn. Herî dawî di grevên birçîbûnê yên 2018'an de 9 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de endamên Grup Yorumê yên bi daxwaza darizandina adîlane dest bi rojiya mirinê kirin jiyana xwe ji dest dan. Loma di warê wîcdanî de divê em berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Loma divê hukumet demildest bersivê bide daxwazan û mafên mirovan ên bingehîn bîne cih."