Li Mexmûrê koma 57'emîn greva birçîbûnê dewr girt 2021-04-09 10:18:44   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 57’emîn çalakî dewr girt û çalakî di roja 113’yan de berdewam dike.     Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê hatibû destpêkirin berdewam dike. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Îro çalakî ji hêla koma 57'emîn ve hat dewr girtin. Çalakî 113 roj in didome.    Li ser navê koma 56’emîn Jiyan Tekîn axivî û got: “Çalakiya ku me ji bo Rêberê xwe daye destpêkirin heya ne gihije serkeftinê wê bidome. Pêwîste tevahî Gelê Kurd destê xwe dayne li ser wîjdanê xwe bi exlaq tevlî bibe û tevlîbûyîna xwe ji tevahî çalakiyan re bide çêkirin. Em ji vir heya Îmraliyê û tevahî girtîgehan re silavên xwe dişînin.    Tevahî armanc û hedefê me ew e ku em fizikî Rêber APO azad bikin û jiyanek bi hev re bijîn. Ji bo Rêber APO çi ji me tê xwastin em ê pêkbînin. Bi taybetî jî weke jin û gelê wargehê me erkê serkeftinê daniye ser milê xwe. Em di wê îdea û baweriyê de ne ku serkeftin ya Gelê Kurd e û ya Rêber Apo ye. Em tu carî jiyanek bê Rêber APO ji bo xwe qebul nakin. Jiyanek bê Rêber APO bê wateye, dîrokek bê Rêber APO tarîtiye. Em koma 57’emîn re serkeftinê dixwazin.”    Merasîma dewrgirtina çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmeya "Bijî berxwedaniya zindanan”, “Bijî berxwedana Îmralî” û "Bijî Serok Apo” bi dawî bû.