Ayşe Surucu: Ziman nasname û hebûna me ye 2021-04-09 09:08:35   RIHA - Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu der barê kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û fermî, axivî. Ayşeyê diyar kir ku pergal kurdan û zimanê wan tune dihesibîne û got: “Divê her kes piştgiriyê bide kampanyayê û xwedî lê derkeve. Ziman nasname û hebûna me ye.”   Ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî ve Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê hat avakirin û komîsyonê di 22’yê Sibatê de kampanyaya îmzeyan a ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û zimanê fermî da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha bi hezaran îmze hatin komkirin û kampanya wê heta 15’ê Gulanê bidome. Îmze jî wê ji saziyên fermî re bên şandin.   Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu der barê kampanyayê de axivî.   ‘Zimanê kurdan tune tê hesibandin’   Ayşeyê daxuyakirin ku wek HDP'ê hewl didin zimanê kurdî li her qadê bê axaftin û bi vê biryarê re jî pirtûkên kurdî didin xwendin û ji bo vê perwerde tên dayîn. Ayşeyê got: “Ligel parlamenterên HDP’ê hevserok jî tevlî perwerdeyê dibin. Hedefa me ev e ku xwendin û nivîsandina kurdî li her qada jiyanê hebe. Em ê zimanê kurdî bînin asta zimanê siyasetê. Di roja îro de kurd û zimanê kurdî tê tunekirin. Navê gund bajarok û kolanan tên guhertin. Li aliyê din jî tabelayên kurdî tên daxistin. Pêkanîna Piştgiriya Lezgîn a Jinan (KADES) bi 6 zimanan bernameyek ava kir lê têde kurdî tunebû.”   ‘Her netew bi zimanê xwe heye’   Ayşeyê her wiha destnîşan kir ku bi mîlyonan kurd li vê axê dijîn û lê zimanê kurdî cuda tê dîtin û got ew tu car vê qebûl nakin. Ayşeyê ev tişt got: “Di serî de jin û hemû xebatkarên partiyê divê ziman zêdetir bikin nava jiyanê. Em piştgiriyê didin kampanyaya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî. Em hewl didin xebat mezintir bibin. Her netew bi zimanê xwe heye. Ziman nasname ye. Ziman kesan temsîl dike. Em girîngiyê didin ziman. Lê hîna zimanê kurdî tune tê hesibandin. Em ê heta dawî li dijî asîmîlasyonê têbikoşin.”   ‘Xwedî li kampanyayê tê derketin’   Ayşeyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi mîlyonan kurd hene û divê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin û wiha berdewam kir: “Tevî zextan kurdan tu car dest ji nasnameya xwe bernedan. Têkoşîna me ya ji bo zimanê me bibe zimanê fermî wê bidome. Gelê kurd xwedî li kampanyayan derdikevin. Divê em li her qada jiyanê ji bo ziman bidin jiyîn hewl bidin.”   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku gelek kes hîna ji kampanyayê ne agahdar in û divê ji bo vê hewldan hebe û wiha bang kir: “Her kes divê xwedî li kampanyayê derkeve. Ziman nasnameya me ye hebûna me ye. Bila malbat bi zarokan re kurdî biaxivin. Bila jiyana me xeyalên me bi Kurdî bin.”