ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-09 09:00:00   *Alî Aslan ê 61 salî ye û li Girtîgeha Mêrdînê dihat girtin di encama serdegirtina koguşan de tevî hevalên xwe hat sirgunkirin. Hevjîna Alî, Xalîse Aslan têkildarî sirgunê diyar kir Alî hatiye revandin û niha jî di nava şerd û mercên xirab de dimîne. Xalîseyê diyar kir tevahî girtî di tecrîdê ne û bi wê re malbat jî tên tecrîdkirin. Xalîse banga bidawîkirina tecrîdê kir. DÎMEN HEYE   *Tevî nûçegîhana me Bêrîtan Canozer 22 jin hatibûn binçavkirin. Jinan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku deshtilatdarî dixwaze Jinnewsê ku dengê jinan bi civakê re tîne gel ji hev qut bike û bang li hemû aliyan kir ku ligel TJA û Komeleya Jinan Rosayê cîh bigirin. DÎMEN HEYE   *Di şertê li dijî civaka dewletî de, tevgera jinan a kurd; Wek Mujeres Lîbres û rêxistinên şoreşger ên din, di vê ferqê de ye ku piştgiriyê bide pêşketina şexsî û kolektîf û pêşxistina prensîbên îdeolojîk ya ku riya azadiyê ronî dike. Jineolojî bi nêrîn û lêkolînên xwe, jinê bi dîrokê re dike nava têkiliyê û hîmên wê li ser esaseke zanistî ya civaka ewil dide rûniştin û prensîban bi kurahî pêş dixîne. Bi vî awayî, ji aliyê îdeolojiya rizgariya jinê ve 5 prensîp hatine pêşxistin û bi van prensîban hîn bêtir xurt bûye. NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *GIYAV’ê Rapora Çavderiya Medyaya yê Binpêkirina Mafên Zarokan a sala 2020 weşand. Rêvebera GIYAV’ê Ayşe Erol destnîşan kir ku di sala 2020’an de 613 zarok jiyana xwe ji dest dane û mafê 3 hezar û 208 zarokan jî hatiye binpêkirin. BI DÎMEN    *Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu der barê kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û fermî, axivî. Ayşeyê diyar kir ku pergal kurdan û zimanê wan tune dihesibîne û got: “Divê her kes piştgiriyê bide kampanyayê û xwedî lê derkeve. Ziman nasname û hebûna me ye.” DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Semîha Şahîn der barê kampanyaya ‘ji xizaniya jinê re na’ axivî û bal kişand ser têkiliya di navbera xizanî û şîdeta li ser jinê û got: “Jinên ji kar tên avêtin li destê mêran dinêrin. Jinên rastî şîdeta malê tên, hesab dikin ku biçin wê çi bijîn. Em dixwazin bi hev re nîqaş bikin ku xizanî û betalî ne qeder e.” DÎMEN HEYE   *Jinên ku di zeviyên firingiyan de dixebitin beramberê keda xwe nagirin û gotin: "Mêr û jin heman karî dikin lê heman heqdestî nagirin. Lê bi taybetî mêr biqasî jinan naxebitin. Her wiha heqdestê ku em digirin jî tera debara me nake." BI DIMEN