Nûçegîhana me Berîtan Canozer serbest hat berdan 2021-04-08 18:03:04     AMED - Nûçegîhana me Berîtan Canozer a ku bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê hat kirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di nav de nûçegîhana me Berîtan Canozer jî heyî 22 jin di 5'ê Nîsanê di encama serdegirtina mala xwe de hatibûn binçavkirin. Ji van jinên ku li muduriyeta polîsan dihatin girtin 14 jê duh êvarê îfadeya wan li emniyetê hatibû girtin.    Nûçegîhana me Berîtan a  ku di nav 14 jinên anîn edliyê de cih digirt, bi şertê kontrola edlî hat berdan.