Li Mexmûrê greva birçîbûnê 112 roj in didome 2021-04-08 16:57:51     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, bi koma 56’emîn di roja 112’yan de dewam dike. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku dê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 56’emîn di roja 112’an berdewam dike. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn ji ajansa me re behsa armanca çalakiyê kirin.    Jiyan Tekîn tevlî greva birçîbûnê bûye di destpêka axaftina xwe de berxwedana girtiyên zîndanan silav kir û wiha axivî: "Demekî dirêje ku serokatiya me di zîndanê de dibin tecrîtekî giran de ye. Mafê her kesî heye ku bi rêberê xwe re bi awayek azad bijî. Sedem û armanca çalakiya me diyar e, heta ku azadiya fizîkî ya rêberê me misoger nebe em dev ji çalakiyên xwe bernadin."   Jiyan, diyar kir ku bila dost û dijmin bizane ne bi nûçeyên derew, ne bi provakasyonan ne jî bi senaryoyan berxwedana Gelê Kurd nayê şikandin û got: "Ji bo vê jî em bang li hemû aliyan dikin bila xwedî li erkê xwe derkevin. Dijmin ji berxwedana Gelê Kurd bi taybet jî ji berxwedana jinên kurd ditirse. Em carek din dubare dibêjin heta dawiyê em ê li pey doza xwe bin. Jiyanek bê Rêber Apo jiyanek heram e, dîrokek bê Rêber Apo dîrokek tariye. Sonda me azadkirina fizîkî ya serokatiya me ye."    Hediye Çelî jî wekî Jiyan tevlî grevê bûye banga mezinkirina têkoşîn kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez di koma 56’emîn cih digirim. Ez dixwazim Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bibe. Divê jinên kurd di vê demê de rabin ser lingan û xebatê bikin. Di vê rêyê de me her tiştî daye li ber çavê xwe. Çi pêwist be em ê bikin. Rêber Apo ji bo azadiya jinê gelek xebat meşandiye. Me bi saya keda Rêber Apo xwe nas kiriye. Ez berxwedana zindanan silav dikim û serkeftinê dixwazim."