Parlamenter Yusra Recep çû serdana konê berxwedanê 2021-04-08 15:11:38     ŞENGAL - Çalakiya xelkên Şengalê ku li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibû destpêkirin 128 roj li pey xwe hişt.  Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin bi biryardarî diome.   Li gel çalakiya xelkên  şengalê ku berdewam dike Şandeya ku bi pêşengtiya Parlamentera Iraqê Yûsra Recep doh serdana Şengalê kiribû û li gel MXDŞ’ê civiya bû jî îro serdana TAJÊ û konê berxwedanê yê li dijî peymana Bexda û Hewlêrê kir.   Şande ji aliyê çalakvan, endamên Rêberiya Xweseriya Şengalê û Desteya Eşaîrî ya Şengalê ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de çalakgeran daxwazên xwe ji Parlamentera Iraqê Yûsra Recep re vegotin û xwestin di çarçoveya qanûnî de bersiva daxwazên wan were dayîn.