Xebatên rojnamegeriyê yên Bêrîtan Canozer sûc hatin dîtin 2021-04-08 13:10:01     AMED - Xebatên rojnamegeriyê yên nûçegîhana me Bêrîtan Canozer a îfadeya wê ya li emniyetê bi dawî bû, wekî sûc hat dîtin.    Tevî nûçegîhana me Bêrîtan Canozer di 5'ê Nîsanê de di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê 22 jin di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin li Mudurtiya Emniyetê ya Amedê hatin girtin û karên îfadeyê yên 14 jinî do bi şev temam bû.    Pirsên di dema îfadeyê de ji nûçegîhana me hatin pirsîn bal kişandin. Daxuyaniyê derbarê Bêrîtanê hatin kirin hatin pirsîn û pirsa "Çima TJA operasyonên tên kirin wekî qirkirina siyasî bi nav dike" hat pirsîn. Her wiha pirsên têkildarî kovar û rojnameyên li Komeleya Jinê ya Rosayê jî hat pirsîn. Parvekirinên Bêrîtanê yên hinek bi beratê bi encam bûn jî hatin pirsîn û wekî sûc hatin hesibandin.  Beritan'ın muhabir olarak takip ettiği açıklamalar suç sayıldı   Daxuyanî û çalakiyên ku Bêrîtanê wekî rojnameger şopandiye jî wekî sûc hat nirxandin.