'Bi girtin û binçavkirinê nikarin têkoşîna me asteng bikin' 2021-04-08 10:01:19   Medya Uren   MÊRDÎN - Dayikên Mêrdînê li dijî girtina jinên siyasetmedar bertek nîşan dan û wiha gotin:"Dixwazin bi vî rengî têkoşîna jinê û bi wê re ya kurdan bidin astengkirin. Lê ev bi salan e em têkoşîna xwe didomînin. Bi girtin û binçavkirinê nikarin têkoşîna me asteng bikin."   Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di lêpirsîna hat vekirin de di nav de nûçegîhana ajansa me Berîtan Canozer jî heye 22 jin di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirinan didomin. Jinên Mêrdînê yên bi navê Sabahat Irmak, Emîne Koç û Adîle Zengîn têkildarî girtina jinên siyasetmendar bertek nîşan dan û gotin:"Em jin bêdeng namînin wê li cihê wan bi dehan jinê têkoşer rabin."   'Dixwazin peyama tunebûnê bidin'   Sabahat Irmak wiha dest bi axaftinê kir: "Beriya niha di encama serdegirtina malan de bi hejmareke zêde jinên siyasetmendar hatin binçavkirin. Di demên dawî de gef zêde bûne. Îqtidara ku li hemberî van jinan tirsek mezin himbêz dike bi êrişan dixwaze tirsa xwe binixumîne. Yek ji sedemên mezin ên van girtinan jî tirsandina çavên gel e. Bi vê re dixwazin peyama tunebûnê bidin. Dixwazin gel bi vî rengî bêdeng bikin û têkoşîna wan bi dawî bike. Lê êdî gel nema ditirse. Bi salan e her cure tundî, gef, îşkence û zilm pêk hat  û kurd netirsiyan bi taybet jî jin. Wê ji îro şûn de jî netirsin.”   'Darbeyê li aştiyê didin'   Sabahatê bal kişand ser dayikên aştiyê yên ku hatine girtin û wiha berdewam kir:"Dayikên Aştiyê dayikên kezebşewitî ne û ji bo aştiyê bi salane li berxwe didin. Armanca wan û hemû xebatên wan li ser vê bingehê ye. Lewra nêzîkatiya li hember wan nêzikatiyek li dij dad û mirovatiyê ye jî. Êdî rêz ji ber temenê wan jî ji wan re nayê girtin. Lewra bi vî rengî darbeyê li aştiyê didin. Di demên dawî de jî bi taybet rexmê pandemiyê û temenê dayikên me jî gefek mezin li ser wan heye. Em vê nêzîkatiyê erê nakin. Divê destên xwe ji aştiyê û têkoşîna dayikên me bikşînin.”   'Dijminatiya kurdan û jinan dikin'   Emîne Koç jî wiha berteka xwe nîşan da: "Em êriş û gefên li ser siyasetmendarên jinên kurd şermezar dikin. Ev êriş ji bo tasfiyekirin rêxistinbûyîna kurdan û jinê ye. Bi taybetî jî di van pêvejoyên dawî de îktidar binketin û pirsgirêkên dijî dixwaze bi girtina jinên siyasetmendar binixwimînin. Dixwazin bi girtina wan rojeva tirkiyeyê biguherin û bala me bikşînin ser bûyerên din. Lê ev jî wê weke lekeyekê di dîroka wan de bimîne. Sîstema ku îro didin meşandin çawa qirêj e wê di hiş de bimîne. Ji ber ku bi van êrişan ne tenê li gel me aramiya tirkiyeyê jî xirab dikin. Dijminatiya kurdan û jinan dikin. Lê ev wan nabe serkeftinê."   'Êdî bes e'   Emîneyê wiha berdewam kir:"Em îqtidara ku bi hişmendiya mêr serdestiyê li ser civakê dike rûreş dikin. Em têkoşînê li hemberî wê hişmendiyê didin meşandin û em ê timî jî bidin meşandin. Ev cure êriş nikarin me bêdeng bikin û me ji têkoşîna me paşde bihêlin. Em ê bi hezaran jin bi yekgirtinê li qadan bin. Bi taybet jî êrişa li dijî dayikên aşitiyê êrişa li dijî aşitiyê bi xwe ye. Ango êrişa li dijî jinên siyasetmendar jî darbeyek li dijî demokrasiyê ye. Em vê hişmendiya ku nîjadperestî û zayendperestiyê dikin naxwazin. Êdî bese.”   'Em ê bêhtir xwe rêxistin bikin'   Adîle Zengîn jî wiha anî ziman:"Em her roj bi girtin û gefan re çavên xwe li roja nû vedikin. Îqtidara ku di tengasiyan dijî di serî de êrişî kurdan û destkeftiyên jinan dike. Dixwazin bi vî rengî xwe têr bikin. Lewra li rex vê di adarê de jî bûn şahid hêza gel û hêrsa gel. Ango êrişên ku îro dikin jî ji tirsa wê rojê ye. Em çiqas werin girtin jî em bi hêztir dibin. Em yekê bigirin em ê bi dehan jin rabin ser xwe. Bi me re wê civak rabe. Em ê bêhtir xwe rêxistin bikin."   'Divê em bi hêztir bin'   Adîleyê bi van gotinan dawî li axaftinê anî: "Dema jin radibin tirs û xofa di dilê wan de mezin dibe. Dizanin jin hêza herî mezin a muhalefetê ye. Dizanin ger jin rabe wê civak rabe. Ji ber vê sedemê jî dixwazin jinê hepsî malê bikin. Dixwazin ji her qadê dûr bixin. Ji ber ku dema jin ji derve bin tehemul nakin. Lê divê jin li hember van  polîtîkayên wan hişyar bin. Li dijî wê divê em bi hêztir bibin."