ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-08 09:00:00   * Hempîşeyên Berîtanê xwestin Berîtan demildest serbest bê berdan. Dîcle Muftûoglu, diyar kir ku rojnamegerên jin hedef tên girtin. Bahar Kiliçgedik, da zanîn ku rojnamegerî ne sûc e. Safiye Alagaş jî destnîşan kir ku dixwazin dengê çapemeniya azad qut bikin. BI DÎMEN    *Melîha Fîdan a ku çû serdana lawê xwe Osman Fîdan ê ku 6 sal e di girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de tê girtin û lêgerîna tazî lê hat kirin bertek nîşanî vê pêkanînê da û got:" Lêgerîna tazî pêkanîneke dijmirovî ye û dixwazin bi vê lêgerînê rûmeta me bişkînin. Bila dawî li vê îşkenceyê bînin." DÎMEN HEYE   *Siyasetmedaran bertek nîşanê operasyona li Amedê li hemberî siyasetmedarên jin hat kirin dan û diyar krin ku desthilatdarî hewl dide jinan bitirsîne û got divê bi piştevaniyeke enternasyonel piştgirî ji bo têkoşînê bê dayîn. DÎMEN HEYE    *Jin bi merhema ku ji Kezwanan çêdikin, ji gelek nexweşiyan re dibin şifa. Merhema Kezwan bi taybet ji bo cihên laş ên şewitî, ji bo cihên reş-mor bûne û pelçiqîne tê bikaranîn. DÎMEN HEYE    *Betul Koca ya di serdegirtinên malan de hat binçavkirin û di pêvajoya binçavkirinê ya 6 rojan de ji saziya tê de dixebitî ji kar hat derxistin diyar kir ku yek ji sedema binçavkirinan ev e ku dixwazin peyama ‘Dest nedin Kurdan hunê bişewitin’ bidin û got: “Em ne tenê rastiya Gelê Kurd em ê rastiya hemû gelan biqîrin.” BI DÎMEN   *Dapîra Sezen Unlu, Remziye Oralli da zanîn ku dewlet li şûna jin û zarokan biparêze Peymana Stenbolê rakiriye û got gumanbar di gilîkirina ewil de bihata girtin wê Sezen niha bijiya. Remziyeyê ji bo doza Sezenê bang li rayagiştî kir. BI DÎMEN