Jinên KESK’î: Li dijî binçavkirinan berxwedana bi rêxistinkirî 2021-04-07 16:17:16     STENBOL - Jinên KESK’î bang kir ku hemû jinên di binçavan de bên berdan û gotin: “Em ê li dijî tundî û zordariya zilam berxwedanê bi rêxistin bikin.”   Meclîsa Jinan a Platforma Şaxan a Stenbolê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) binçavkirina 22 jinên beriya 3 rojan a li Amedê û binçavkirina rêvebera berê ya SES’ê ya navçeya Bakirkoyê Leyla Dogan a beriya rojekê, bi civîneke çapemeniyê şermezar kir. Jinan, di civînê li Şaxa Egîtîm-Sen’ê ya Hejmara 3 a Stenbolê ya li semta Mecîdiyekoyê ya navçeya Şîşliyê pêk anîn de pankarta “Têkoşîna jinan nikare were astengkirin. Bila kesên hatine binçavkirin bên berdan” daliqandin. Di civînê de Sekretera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Poste û Ragihandin Weşan Çapemeniyê (Haber-Sen) ya Hejmara 4 a Stenbolê Bîrcan Dag axivî.    Bîrcan, diyar kir ku ji ber desthilat ji têkoşîna jinan ditirse saziyên jinan û destkeftiyên wan dike hedef û wiha got: “Jinên li Amedê bi awayekî bêhiqûqî hatine binçavkirin, jinên ku têkoşîna jinan dimeşîninin. Armanca binçavkirina wan astengkirina têkoşîna jinan e.”   Bîrcan, anî ziman ku Leyla Dogan jî di têkoşîna jinan de bi awayekî aktîf dixebite û wiha berdewam kir: “Xebatên hevala me Leyla yên sendîkayî krîmînalîze kirin û polîsan di saetên şevê de bi ser mala wê de girtin û ew binçav kirin. Tedawiya hevala me ya ku beriya du salan xwîn çûbû ser mejiyê wê berdewam dike. Girtina Leylayê ya bêhiqûqî nayê qebûlkirin.”    Bîrcan, bang kir ku hemû jinên di bin çavan de bên berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li dijî tundî û zordariya zilam berxwedanê bi rêxistin bikin.”