CFWIJ: Bila Bêrîtan Canozer demildest bê berdan 2021-04-07 14:36:12     ENQERE - CFWIJ têkildarî rojnameger Bêrîtan Canozer a di bin çavan de bi tehdît û muameleya nebaş rû bi rû hat daxuyanî da. CFWIJ'ê got bila Bêrîtan Canozer demildest bê berdan.   Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin (CFWIJ), têkildarî tehdît û muameleya nebaş a li hemberî tevî nûçegîhana me Bêrîtan Canozer 22 jinên di 5'ê Nîsanê de hatin binçavkirin daxuyaniya nivîskî da. CFWIJ'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser nûçeya me ya do ya têkildarî tehdîtkirina 22 jinan a ji aliyê polîsan ve.    Di daxuyaniyê de hat gotin ji jinan re gotina "Ji we zêde be li derî bidin em ê mirovatiyê hînî we bikin" hatiye kirin û gef li jinan hatiye xwarin. Her wiha hat gotin di warê paqijiyê û xwarînê de jî pirsgirêk hene.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em wekî Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin muameleya nebaş a Rojnameger Bêrîtan Canozer pê rû bi rû maye şermezar dikin. Em bang dikin ku polîs dev ji tundiya li dijî jinan berdin. Em daxwaz dikin hemû pêdiviyên wan ên bingehîn bên cih. Bila hempîşeya me Bêrîtan Canozer demildest serbest bê berdan. Rojnamegerî ne sûc e. "