Nobeta 'edaletê' ya Emîne Şenyaşar mehek li dû xwe hişt 2021-04-07 14:25:48     RIHA - Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê, mehek xwe temam kir.   Xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz di 14'ê hezîrana 2018'an de dema esnaf ziyaret dikirin, li dikana Heci Esvet Şenyaşar êrîşî wî û lawê wî kiribûn. Di êrîşê de bav û 2 law kuştin û 2 law jî birîndar kirin. Piştî bûyerê lawê wan ê birîndar Fadil Şenyaşar girtin. Nobeta 'edaletê' ya li ber Edliyeya Rihayê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar mehek li dû xwe hişt.    Emîneya ku tevî pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê çalakiya rûniştinê didomîne diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bidomînin.