ÎHD'ê ji bo jinên penaber bang kir 2021-04-07 13:32:31     ÎZMÎR - Komîsyona Mafên Jinê ya Îzmîrê ya ÎHD'ê ji bo jinên li Denizliyê hatin girtin û tên xwestin derbasî derveyî sînor bên kirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin pêkanîna ji bo mirovên ewlehiya canê wan tune ye ne hiqûqî ye û divê dev ji vê pêkanînê bê berdan.    Di 20'ê Adarê de li Denizliyê 4 penaberên ji Îranê yên bi navê Esmaeil Fattahi, Leili Faraji, Zeinab Sahafi û Mohammad Pourakbari Kermani beşdarî çalakiya "Em dev ji Peymana Stenbolê nabin" bûbûn. Jinên penaber di 5'ê Nîsanê de bi îdiaya "Xirakirina pergala cemaweriyê" hatin binçavkirin. Komîsyona Mafên Jinê ya Îzmîrê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî mijarê daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de hat bîranîn ku Peymana Stenbolê jinên di bin rîskê de ne diparêze û hat gotin kesên biryara feskirina Peymana Stenbolê dane dibêjin em temaşevanên komkujiya jinê, îstismara zarokan, sûcên nefretê ne.    Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin Peymana Stenbolê ya her kesî ye û hat gotin 4 jinên penaber tên xwestin derbasî derveyî sînor bên kirin lê belê li gor madeya 34'an a zagonê her kes xwediyê mafê beşdariya civîn, meş û çalakiyan e. Her wiha hat gotin  pêkanîna ji bo mirovên ewlehiya canê wan tune ye ne hiqûqî ye û divê dev ji vê pêkanînê bê berdan.