Dê TJA'yê ji bo Peymana Stenbolê bimeşe 2021-04-07 12:29:48     AMED - Dê TJA'yê di 10'ê Nîsanê de bi dirûşma "Me Peymana Stenbolê li kuçeyan qezenc kir, em ê li kuçeyan biparêzin" meşekê li dar bixe.    Tevgera Jinên Azad (TJA) dê têkildarî vekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê meşekê li dar bixe. Dê li dijî qirkirina jinê, qirkirina xewazayê, qirkirina siyasî, tecawiz û polîtîkayên şer ên taybet bi dirûşma ""Me Peymana Stenbolê li kuçeyan qezenc kir, em ê li kuçeyan biparêzin" meşê bê lidarxistin.     Ewê me di 10'ê Nîsanê de saet di 13.00'an de li Xaçerêya Dinyayê dest pê bike.