Li Mexmûrê koma 56'emîn greva birçîbûnê dewr girt 2021-04-07 11:09:33   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 56’emîn çalakî dewr girt û çalakî di roja 111’an de berdewam dike.     Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê hatibû destpêkirin berdewam dike. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Îro çalakî ji hêla koma 56'emîn ve hat dewr girtin. Çalakî 111 roj in didome.    Li ser navê koma 55’emîn Suat Kaya axivî û got: "Meha nîsanê ji bo Gelê Kurd meha vejînê ye. Bi rast hatina vê mehê jî em 4’ê Nîsanê destpêkê li Rêber Apo, li şehîdên şoreşê, şervanên azadiyê, tevahî Gelê Kurd, gelên cîhanê pîroz dikin. Ev pêngava ku hatiye destpêkirin, pêngava 'Dem dema azadiya Rêber Apo ye' Ev pêngav destpêkê li zindanan hat destpêkirin.    Wek gelê Wargeha Mexmûrê me jî dest bi gireva birçîbûnê kir. Wek tê zanîn demek dirêje me tu agahî ji rêbertiya xwe negirtiye. Heya ku em Rêber Apo bi fîzîkî nava xwe de nebînîn, em ê çalakiyên xwe bidomînîn. Li ser vî esasî bila dijmin vê baş zanibe, bi girtin bi tecrît, bi kuştin, bi kiryarên ji dervayî mirovahiyê kes nikare gelê me bitirsîn e an jî şoreşa vî gelî tine bike. Berovajiya vê girêdanbûna gelê me bi rêbertî, bi şehîdên xwe û şoreşê re xurttir dibe. Em di wê hêviyê de ne ku wê îsal bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Em dewreya xwe dewrî hevalên çalakvan ya koma 56’emîn dikin. Em hêvîdarin li ser destê van hevalan em ê agahiyek baş ji rêbertiya xwe bigirin. Kesek nikare Roja me tarî bike."   Merasîma dewrgirtina çalakiya greva birçîbunê bi dirûşmeya "Bijî berxwedaniya zindanan” û "Bijî Serok Apo” bi dawî bû.