Malbata zarokê ku wesayita zirxî lê qelibî gilî kir 2021-04-07 10:41:33   COLEMÊRG - Malbata zarokê 12 salî N.Ş.A. ku wesayita zirxî lê qelibî li polîsê ajovanê wesayitê gilî kir.     Li navçeya Gever a Colemêrgê li Kolana Cengîz Topel li ber Navenda Kar a Amedê di 1'ê Nîsanê de zarokê 12 salî N.Ş.A. dema ku ji kolanê derbas dibû wesayita zirxî lê qelibî û birîndar bibû.     Zarokê ku birîndar bibû rakiribûn nexweşxaneyê û nigê wî yê şikestibû kiribûn alçiyê. Zarokê ku nigê wî kirin alçiyê li malê tedawiya wî berdewam dike. Bavê zarok li gel hevserokê HDP'ê yê Geverê Abdulkerîm Akdogan û parêzerê endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz  Yusuf Çobanoglu çû Serdozgeriya Komarê ya Geverê û gilî li ajovanê polîs ku wesayita zirxî li kurê wî qeliband kir.