Çalakiya greva birçîbûnê di roja 132'yemîn de ye 2021-04-07 09:07:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 27'emîn di roja 132'yemîn de didome.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 27'emîn di roja 132'yemîn de didome.    Xizma girtiyan Remziye Amutgan da zanîn ku grevên birçîbûnê 4 meh li dû xwe hiştin û got divê xwedîderketineke mezintir hebe. Remziyeyê got:"Êdî bes e serî hildin. Derkevin derve û biaxivin. Em bi tirsê nikarin tiştekî bi dest bixin. Newêrektî dide qezenckirin."